MÊRSÎN – Li navçeya Mêrsîn Akdenîzê, ciwanên Apoyî bi fîşekên hewayî û bi bombeyên desta ji bo şermezarkirina 26. salvegera Komploya Navneteweyî ya NATO-Gladîoya li kolanan bi berwedanê dorpêç kirin.
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ciwanan 15’ê Sibatê salvegera, Rêber Apo ya bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê şermezar kirin. Ciwan li taxên Yenîpazar û Demîrtaş daketin qadan û bi pêxistina agir bertek nîşan dan. Ciwanan bi fîşekên hewayî, molotof û bombeyên deng bersiv dan êrîşa polîsan.
Ciwanên Apoyî, diyar kirin ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin, yekane muxatabê aştî û çareseriyê Rêber Apo ye û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku berxwedanê bikin. ”Ji Rêber Apo re hezar silav, ciwanên Apoyî li kolan û qadan in. Heta ku em bi Rêbertiya xwe re hevdîtinê nekin em ê kolanan neterikînin û ji berxwedana xwe tawîz nedin.”