NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên YCWK’ê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, îşev li navenda Wanê li dijî dagirkeriyê çalakiyek li dar xistin.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
“Yekîneyên me bi molotof û fîşekên hewayî wesayîtên dagirkeran kirin hedef û rê girtin, nehiştin dagirker bikevin taxan. Em komploya tirsonek a li dijî Rêbertiya xwe şermezar dikin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li dora Rêber APO bibin yek û di vê serdema dîrokî ya ku em tê re derbas dibin de berxwedanê mezin bikin.”