WAN – Li şûna wekîlên DEM’ê û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal ku di hilbijartinên giştî de li hemû navçeyên Wanê bi piranîya rayan hatine hilbijartin, qeyûm hat tayînkirin.
Piştî cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, Wezareta Karên Hundir qeyûmê dagirker ê Wanê Ozan Balcî tayînî şaredariyê kir.
Piştî cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, gel tevî hewaya sar jî li ber şaredariyê li dijî desteserkirina îradeyê dest bi nobetê kiribûn. Piştî ku 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî, gel bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li ber şaredariyê nobeda xwe dewam kir û destnîşan kir ku ew ê nehêlin vîna wan li kolanan bê desteserkirin.
Polîsan ji Hevşaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan xwest ku îmzeya Wezareta Karên Hundir a ku ji wezîfeya wî hatiye dûrxistin îmze bike. Abdullah Zeydan teblîxat îmze nekir û got ku ew biryarê nas nakin.