NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” de, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî 12’ê Sibatê li dijî wesayîta endamekî Odeyên Îdealîst ên li Kagithane ya Stenbolê çalakiyek pêk anîn.
Têkildarî çalakiyê ev tişt hatin gotin:
“Wesayîta kesê ku piştî lêgerîneke demdirêj ji aliyê yekîneyên me ve hat tesbîtkirin, bi teqemeniya bombebarkirî hat hedefgirtin û ji kar hat derxistin. Em diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were wê çalakiyên me bidomin û em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.
Bimre Komploya Navneteweyî”