WAN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, li bajêr çalakiyên dijî desteserkirina îradeyê dest pê kir.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, li bajêr çalakî dest pê kirin. Cîgira Serokê Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, şaredar û gelek kes li Qada Beşyolê hatin cem hev û xwestin bimeşin. Dema polîsan girse dorpêç kir û destûr neda meşê, gelek kes hatin derbkirin. Li ser vê yekê gelê derdorê bi çepik û dirûşmeyan piştgirî da meşê.
Li Kolana Cumhuriyetê rageşî berdewam kir, gelek kes hatin binçavkirin.
Agahiyên berfireh tên…