REQA- Bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê ji bo ku tev li meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO bibin, li Qada Jina Azad a bajar kom bûn.
Meşê ji Qada Jina Azad ber bi Çerxerêya El Neîm dest pê kir. Beşdaran pankartên bi nivîsa “Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber APO” hilgirtin û dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO berz kirin. Piştî ku meş gihaşt Çerxerêya El Neîm veguherî mîtîngê.
Piştî rêzgirtinê cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid axivî.
El Ebid got: “Tişta ku Rêber APO li girtîgeha Îmraliyê kir, ronahiya azadî û rûmeta hemû gelan e. “
Hemdan El Ebed ji rayedarên Şamê re got: “Me yekitiya Sûriyeyê parastiye û destê me ji bo aştî û diyalogê vekirî ye.”
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra El Ehmed jî axivî û got: “Ji hemû cîhanê re, ji her dengê azad ê ku piştgirê heqîqet û edaletê ye, em jinên Zenûbiya bi dilên tijî hêvî û vîn em îro Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO şermezar dikin. “
Hevserokê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Isir di axaftina xwe de got: “Em di vê roja 15’ê Sibatê de hatin cem hev, ev kêliyeke dîrokî ya biêş e, salvegera 26`mîn a roja reş e. Ev roj nayê jibîrkirin. Rojeke dîrokî ye di jiyana gelên azadîxwaz de.”
Meş bi qîrkirina dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan” bi dawî bû.