MAINZ- Li Maînzê bi pêşengiya JXK’ê (Jinên Xwendekarên Kurd) bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Johannes Gutenberg a Maînzê dixwînin, hate lidarxistin.
Ciwanên xwendekarên jin bi pankartên “Ein Komplott Gegen Abdullah Ocalan und das Kurdische Volk” (Komploya ser Rêber APO komploya ser gelê kurd e) û “Fredoom For Ocalan” (Ji Ocalan re azadî) bal kişandin ser komploya li dijî Rêber APO û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Xwendekarên jin ên ciwan jî ji bo hişyarkirina xwendekarên ji neteweyên cuda li gelek nuqteyan bi zimanên cuda nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” nivîsandin.