NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” li gelek nuqteyên navenda Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Yekîneyên me bi kevir, molotof û fîşekên hewayî êrîş li dagirkeran kirin û bi girtina rêyan çalakî li dar xistin. Em diyar dikin ku çalakiyên me yên li dijî dagirkerên ku îradeya gelê me derbeyê dikin wê bidomin û em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li dijî derbekaran dakevin qadan.
Bijî Berxwedana Me ya Rewa
Bijî Serok APO”