HELEB – Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo salvegera 26‛an a dîlgirtina Rêber Apo, bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berê xwe da qadan.
Ji saetên sibehê ve, şêniyên her du taxan li pêş hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûne, wêneyên Rêber Apo û pankartên “Em roja qirkirina gelan komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hildan.
Dûre gelê welatparêz li kolanên her du taxan geriyan û diruşmên “Azadî ji bo Rêberê neteweyî”, “Bê serok jiyana nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.
Piştî girse gihîşt çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê û meş vegerî mitîngê. Li wir berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidor û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Baran Dilbihar axivîn.
Baran Dilbihar di axaftina xwe de têkoşîna gelê li her çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo silav kir.
Dilbihar wiha got: “Yek ji sedemên hûnandina komployê ji hêla dewletên kapîtalîst ve, lawaziya hêzên çepgir ên sosyalîst, dûrxistina ji gel û ketina qalibê pergala dewletê ye. Lê ji ber ku PKK‛ê û Rêber Apo ji rêya parastina gel derneket bûn hedefa wan pergalên kapîtalîst.”
Di dawiyê de Baran Dilbihar diyar kir ku wê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rê li pêş azadiya gelên li Rojhilata Navîn jî veke û şerê heyî bi dawî bike.
Amine Xidro jî li ser mijarê got: “Rêber Apo û şehîdan, ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê li tevahî herêmê, bi fedakariyên xwe xewn kirin rastî.”
Amine anî ziman ku armanca revandina Rêber Apo têbkrina şoreşa azadiyê bû û got Rêber Apo komplo têk bir.
Meş bi sozdayîna şopandina berxwedan û têkoşîna şoreşgerî heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina welatekî demokrat û azad, bi dawî bû.