NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên endamên TCŞ’ê yên li Berlînê dijîn, li dijî zext û krîmînalîzekirina gelê Kurd a ji aliyê dewlet û polîsên Elman ve, duh bi şev li Zîckenplatz a Neuköllnê çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan li dijî êrîşên polisên Elman ser meşa 4 rojî ya ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber APO dabûn destpêkirin, bertek nîşan dan, têkildarî çalakiya xwe ev gotin gotin:
“Li Lahrê polîsên Elman ên faşîst êrîşî xwepêşanderan kirin, komeleya Kurdan hate dorpêçkirin û çalakger rastî şîdetê hatin. Ev nêzîkatî êrîşeke eşkere ya li dijî mafê me yê berxwedanê ye! Xwepêşandana me nîşaneya berxwedanê ya li dijî zilma ku bi taybetî piştî girtina Rêber APO di 15’ê Sibata 1999’an de dewam dike. Têkoşîna azadiyê wê newe şikandin. Bijî Serok APO, Bibe Serok Jiyan Nabe”
Ciwanên enternasyonalîst ên li Lahr û Freîbûrg Weîngartenê dijîn jî bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê bertek nîşanî êrîşên faşîst ên polîsa dan.
Piştî Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên Kurd ve ji bo azadiya Rêber APO û ji pirsgirêka Kurd re çareserî hat lidarxistin, danê êvarê li Lahrê çalakger rastî êrîşa hovane ya polîsan hat, tevahiya xwepêşandana ku dihat payîn ku li taxa Weîngarten a Freîbûrgê dest pê bike û hemû çalakiyên li cihê wê bên lidarxistin, danê sibehê hatin qedexekirin. Ciwanên enternasyonalîst di şeva êrîşan de li hev kom bûn û dirûşmên, “Em piştgiriya xwe bi dostên xwe yên Kurd re ji bo meşa Dirêj û hemû rêhevalên xwe yên birîndar û girtî nîşan bidin. Ji Abdullah Ocalan re azadî! Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Hevgirtina enternasyonalîst.”