STRASBOÛRG– Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO de Kurdistanî û dostên wan ên li çar aliyên Ewropayê dijîn herikîn bajarê Strasboûrg ê Fransayê.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, ber bi bajarê Strasboûrgê ve herikîn. Kurdistanî û dostên wan danê sibehê li “Bulvara Metz” hatin cem hev û bi qasî saet û nîvekê bi wesayîtan ber bi Parc De L’etoile ve meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan heta qada mîtîngê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Bi Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Ciwanên gerok beşdaran silav kirin
Piştî mîtîngê dest pê kir, meşvanên ciwan ên ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê heta Freîboûrgê dewam kirin û 21 Kurdistaniyên ku ji 21’ê Çileyê ve li bajarê Lorîent ê Fransayê dest bi meşê kiribûn, vexwendin ser dikê.
Li ser navê ciwanên Meşa Dirêj Yûsif Amed axivî û got, “Em gelê Kurd û Rêber APO silav dikin. Îro dema ku Rêber APO 26 sal berê bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin, ji bo me gelê Kurd Karagûn (Roja Reş) e. Ev Karagûn îro bi saya fikir û îdeolojiyên Rêber APO ber bi ronahiyeke mezin ve diçe. Di vê pêvajoya dîrokî de Rêber APO rê û vebijarkek nû afirand.
Em weke ciwanên Apoyî ber bi konfederalîzma demokratîk a ku hatiye afirandin ve diçin.”
Amed diyar kir ku Rêber APO hêviya hemû gelan e û got, “Fikrên Rêber APO îro ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê, jin û ciwanan, hêviyek mezin e.
Em soz didin ku ji bo pêkanîna mebest û armancên Rêber APO çi ji destê me bê em ê bikin. Li ser vê bingehê em ji hemû ciwanên Kurd re dibêjin ku divê em guh bidin her tiştê Rêber APO dibêje û weke talîmatekê pêk bînin.”