HELEB – Ji bo 15’ê Sibatê Jinên Ciwan û Ciwan li ser bingeha çalakiyên li ser pîyanin. Ji bo roja salvegera komploya navdewletî li hemberî Rêber APO çalakî, mîtîng, civîn û hwd. kar û xebat jî zêdetir dibin.
Îro Ciwanên Helebê hatin cem hev û bi hev re bi sedan broşuran ser tecrîda li ser Rêber APO belav kirin. Broşur ji aiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatibû amadekirin û di nav taxên Eşrefiyê û Şexmaxsud hat belav kirin. Ev xebat di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de hat organîzekirin.