NAVENDA NÛÇEYAN- YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşand, ragihand ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” îro danê êvarê li Stenbolê meş lidarxistine.
Ciwanan pankarta ku li ser “Bi ruhê şerê gel ê Şoreşgerî ber bi azadiya Rêbertiyê ve” vekirin, di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” berz kirin û bi dirûşma “Zap, Avaşîn, Metîna, Slav ji te re Gerîla” berxwedana gerîla silav kirin.
Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku çalakiyên wan wê bidomin û gotin, “Em bang li her kesî dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were di nav çalakiyan de bin.”