VIYANA- Ciwanên TCŞ’ê yên li Viyanayê dijîn, komploya navneteweyî ya li ser Rêber APO bi meşekê protesto kirin. Bi dehan ciwanên Kurd beşdarî meşa meşaleyî ya ku li Qada Stephansdom a dîrokî ya Viyanayê destpê kir, bûn.
Ciwanên ku rê li trafîkê girtin û heta Schwedenplatzê meşiyan, bertekên xwe yên li dijî komployê bi qîrîna gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Bê Serok Jîyan nabe, Bi can bi xwin em bi te re ne ey Serok, Bimre komploya navnetewî” nîşan dan.
Çalakiya ciwanan li ser Pira Swedenplatzê bi dawî bû.