WAN- YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li taxên Dûzyol, Koyiçî û Kurtoglu û Xaçort ên Wanê li dijî polîsên Tirk ên faşîst çalakî li dar xistine.
Endamên yekîneyê bi molotof û fîşekên hewayî li wesayîtên polîsên dagirker xistin, agir pêxistin, barîkat danîn û nehiştin polîs bikevin taxê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em komploya qirêj a li ser Rêberê xwe şermezar dikin. Em ê ji qadên xwe venekişin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk neyê em ê dijî êrîşên dagirkeran tekoşîna xwe bidomînin.”