NAVENDA NUÇEYAN- QSD’ê ragihand ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) di nava 24 saetan de çalakî hatin kirin û 2 SÎHA hatin xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dagirkeriyê û berxwedana şervanan a li hemberî êrişan de weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Şervanên me li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedana rewa didomînin. Duh (Şemiyê) Yekîneyên Şehîd Harûn li Bendava Tişrînê 2 dronên xwekujî yên dewleta Tirk a dagirker xistin. Dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya şeva În-Şemiyê de derdora Bendava Tişrînê bi obîsan topbaran kir. Balafirên şer û yên bê mirov jî li derdora bendavê, avahiyên karkeran, girê Syriatel û gundê Xirbe Zemala bombebaran kirin.
Duh, saet 11.58’an droneke xwekujî ya dewleta Tirk a dagirker sivîlên li Bendava Tişrînê bombebebaran kir. Di encama bombebarnê de rojnamevan Egîd Roj şehîd bû û hejmarek sivîl birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Eniya Qereqozaqê; şervanên me li Girê Qereqozaqê û gundê Hoşeriyê çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin. Di encamê de birîndarên çeteyan çêbûn.
Balafirên şer gundên Tîna, Xeseq û Girê Sêvê bombebaran kirin. Hemwextî bombebaranê jî gundên Tîna, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha û Sena bi awayekî ketober bi obîsên giran, tank, roket û hawanan hatin topbarankirin. Girên Sêvê û Qereqozaqê jî bi bejahî û hewayî hatin hedefkirin. Di encamê de zerar li mal û milkên sivîlan bûn.
Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du carî bajarokê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê bajarê Kobanê bombebaran kir. Ji ber bombebaran ziyan gihiştin milkên sivîlan. Balafirên bê mirov jî li ser herêmê digeriyan. Li ser bajarokê Eyn Îsa û gundewraê wê liv û tevgereke mezin a balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker hebûn.”