NAVENDA NUÇEYAN- MJAR’ê (MJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gelek nuqteyên Sêrt, Qoser û Samsûrê li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakî li dar xistine.
Daxuyanî bi vi rengî ye:
Hêzên me ji bo şermezar kirina 15’ê Sibatê li Wan, taxa demîryolû li hember dibistana navîn ya Valî Alî Cevdet Bey çalakiyek sabotajê pêkanî. Di encama çalakiyê de, di avahiya dibistanê agir bilind bû û pê re tekemeniyek pêkhat. Di encama giştî de, di avahiyê zirarek gelek mezin hate hole.
di 14’ê sibatê de li gelek taxên sêrtê, ji alî hêzên me ve wêneyên Serok APO li dîwaran hat xêz kirin û bi şêwazê nivîskî Roja Reş hat şermezar kirin.
Hêzên me li Qoserê di taxa Medya, bahçelîevler, özal û taxa îpekê hin çalakiyên nivîskî bi pêkanîn. DI nava van çalakiyan de, li hin taxan posterên Serok APO hate dalekandin, di hin taxan de jî wêneyê Serok APO hate xêzkirin û pê re bi şêwazê nivîskî Roja Reş hate şermezar kirin.
Roja 15 sibatê, li Semsûrê , di taxa Karapinar û Bahçelîevler de ji alî hêzên me ve Roja reş bi şêwazekî nivîskî hate şermezar kirin.