WAN – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên YCWK’ê yên Wanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, tevahiya şevê çalakî li dar xistin.
Yekîneyên YCWK Wan’ê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, li navçeya Artemêtan a Wanê, taxa Seyrantepe û taxa Yenî tevahiya şevê çalakî li dar xistin.
Yekîneyên YCWK’a Wan’ê bi molotof û fîşekên hewayî polîsên dagirker hedef girtin û bi vêxistina agir û danîna barîkatan pêşiya pêşveçûna dagirkeran girtin. Yekîneyên ku bi saetan polîsan pêvçûn, dagirker ji taxê derxistin.
Yekîneyên YCWK’ê gotin, “Em ê ji komploya hovane ya li ser Rêberê xwe berpirsyar bin û em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê, ji qadên xwe venekişin.”