ÊLIH – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên YCWK ÊLIH’ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, tevahiya şevê çalakî li dar xistin.
Yekîneyên YCWK Êlihê jî da xuyakirin, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, duh bi şev li taxa Hîlal a Êlihê çalakiya girtina rê û nivîsandinê li ser diwanaran li dar xistin.
Hate diyarkirin ku piştî çalakiyê yekîne demeke dirêj li benda hatina dagirkeran man û dema ku dagirkerên ku ditirsiyan bikevin taxê nehatin bi saxî li malên xwe belav bûn. Her wiha di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Em komploya hovane a li dijî Rêberê me şermezar dikin, em diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were wê çalakiyên me dewlemendtir bibin û em bang li her kesî dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.”