PAPÛAYA ROJAVA – KMP2 (Ciwanên Papûa yên Pêşverû) xwe bi felsefeya Rêber APO rexistin dikin. Ev demeke dirêje gelê şoreşger ên Papûaya Rojava bi Tevgera Azadiya Gelê Kurd re di nava têkiliyan de ye. Taybetî rêxistina ciwanan KMP2 a ku nû hatiye damezrandin, di warê îdeolojî de felsefeya Rêber APO, ji xwe re wek çavkaniyekî esasî digrin.
Di salvegera komploya navneteweyî diji Rêber APO de ciwanên Endonezyayê li hev civiyan û bi hev re nirxandina Rêber APO a bi navê “Kuştina Zilam” xwendin. Her wiha ji beşek ji bernameya çandî ku ji aliyê Komiteya Jineolojî ve hatiye amadekirin temaşe kirin.
Ji bilî wî Ciwanên Endonezyayê ragihandin ku ew dixwazin demedirêj bi îdeolojiya Rêber APO xwe perwede bikin. Ciwanan diyar kirin ew piştî ku zanîngeha biqedinin, dixwazin vegerin gundên xwe û li wir li gorî paradîgmaya Rêber APO dibistan û komîn û akademiyan ava bikin.