LUBNAN- Komeleyên jinan, kesayetên hiqûqnas ên Kurd û alîgirên doza Kurdî li Lubnanê li pêş navenda NY’yê ya li Beyrûtê kom bûn û ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, çalakiyeke protestoyî organîze kir.
Çalakî bi pêşkêşkirina sirûda neteweyî ya Lubnan û Kurdistanî hat destpêkirin. Dûre gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de behsa sembola siyasî û mirovî ya vê rojê hat kirin û bal li ser pêşwîstiya bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO û misogeriya mafên wî yên rewa hat kişandin.
KOMPLO DIDOME Û SÛCÊN SÎSTEMATÎK
Li ser navê Kurdistaniyên li Lubnanê Ehmed Kurdî axivî û diyar kir ku revandina Rêber APO di 15’ê Sibata 1999‛an de parçeyek ji Komploya Navneteweyî ya bi armanca qelskirina projeya wî ya neteweya demokratîk û mayîna gelê herêmê di bin nêrîna hegemonî û desthilatê de, ye.
Kurdî destnîşan kir ku pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO dewamkirina wan siyasetên çewisandinê ye û wiha got: “Rêbertî, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk însiyatîfa aştiyê ji desthilatên Tirkiyeyê re pêşkêş kir.”
Kurdî bang li civata navneteweyî û NY’yê kir ku piştgiriyê bidin vê însiyatîfê û zextê li dewleta Tirk bikin ku rêzê ji mafên mirovan û qanûnên navneteweyî re bigire.
CIWANÊN KURD: HETA PÊKANÎNA AZADIYÊ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Her wiha nûnerê ciwanên Kurd Cîhad Kobanê jî diyar kir ku wê ciwanên Kurd di hildana ala têkoşînê ya ku Rêber APO bilind kiriye de, dewam bikin.
Cîhad Kobanê destnîşan kir ku fedakariyên Rêber APO û şehîdên doza Kurdî dane wê ji her têkoşerekî/ê ku li azadî û edaletê digere re bibe jêdera îlhamê.
Çalakî bi diruşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û”Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Her wiha ciwanên Kurd ên Lûbnanê dijîn doh şev li gelek cihan de broşurên ser komplo belav kirin. Ciwanan bi vi çalakiyê armanc kirin ku komploya ku ser Rêber APO hatiye meşandin bê nasîn û beramberê politikayên komplogeran tekoşînekî xurttir derkeve holê.