NAVENDA NUÇEYAN- Ji duh ve, xelkê Swêdayê li pêş avahiya parêzgehê ya li qada Keramê li dijî biryarên desthilata Şamê û yedestdariya wê di diyarkirina pêşeroja welat de xwepêşandan li dar xistine. Li kêlek wê jî di xwepêşandanan de derxistina karker û karmendan û avakirina komîteya amadekar ji bo “Kongreya diyaloga nîştimanî” red kirin.
Beşdaran pankartên ku sedemên xwepêşandanê, daxwazên wan û nêrînên wan ên ji bo Sûriyeya pêşerojê ne hildan. Li ser pankartan “Dewleta nenavendî tê wateya gel xwe bi xwe bi rê ve bibe”, “Erê ji dewleta ilmanî ya demokratîk a nenavendî re”, “Rûmeta mirov û debara jiyana wî xeta sor e” hatibûn nivîsandin.
Xwepêşandêran diruşmên “Nenavendî nayê wateya cudaxwaziyê”, “Rûmeta hemwelatî xeta sor e”, “Jina azad civaka azad e”, “Na ji biryarên bêserûber re”, “na ji avêtina karmendan re” berz kirin.