ŞENGAL- Komiteya Ragihandina Yekitiya Ciwanên Ezîdxan ji bo protestokirina komploya navnetewî kurtefilmek amadekir.
HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN
Di 15’ê Sibata 1999’an de, di şexsê Rêber APO de gelê Kurd û bi giştî gelên azadîxwaz hate dîl girtin. Xwestin hezaran kesan di av çar diwaran de asê bihêlin. Lê Rêber APO bi fikir û felsefeya xwe ne tenê gelê Kurd ji giştî gelan re û di serî de jin re rêya azadiyê afirand.
Bi têkoşînek radîkal û afirîner, û bi lêkolînên bêsînor ve dibe ku deriyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên cîhanî tên peyda bikin. Bi pêşengtiya ciwanan û bi naskirina fikrê Rêber Apo, mifteyên jiyanek azad û demokratîk, jiyanekê ku ji hêla yekîtiya gelan hebûna xwe digire, dikare were dîtin e.