ŞENGAL- Tûrnûvaya Futbolê ya ku nêzî 2 hefte berê li Şengalê bi navê Şehîd Kerîm hatibû destpêkirin, îro bi lîstika di navbera tîma Til Kaseb û Qadisiyê hat lîstin bi dawî bû. Di lîstikê de tîma Til Kaseb 2-1 bi ser ket.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê di şexsê şehîd Kerîm de, Felah Hesen li ser navê malbata şehîd Kerîm çend gotin gotin û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ciwanan turnuvayek bi navê şehîd Kerîm vekirin. Pişt re malbatê li lîstikvanên ku beşdarî turnuvayê bûn kupa û madalya belav kirin.
Piştî xelat hatin dayîn turnuva bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Şehîd Kerîm di 10’ê Mijdara 2024’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.