NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê li gelek taxên Wanê çalakiyên xwe didomînin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin” yekîneyên Wanê dijî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û darbeya kayumê ya li dijî vîna gel, îşev li taxên Kalecik û Xaçortê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên YCWK’ê îro danê êvarê li taxên Kalecik û Xaçort ên Wanê li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê me û darbeya kayumê ya li dijî vîna gelê me çalakiyek li dar xist. Yekîneyên me rê girtin û agir pêxistin, dagirkerên ku hatin qada çalakiyê jî bi molotofkokteylan û keviran hedef girtin. Dagirker neçar man li hemberî berxwedana yekîneyên me ji qada çalakiyê birevin. Em diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi dest bixin em ê li qadan li dijî êrîşên dagirkeran tekoşîna xwe bidomînin û em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku berxwedanê belav bikin.
Bijî Berxwedana Me ya Rewa
Bimre Komploya Navneteweyî
Bijî Serok APO”