KOBANÊ- Endamên Komîteya Prastina Cevherî ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê ji bo parastina ewlekariya bajêr li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li kolan, tax û ser rêyan nobedê digirin û dewriyeyan davêjin.
Li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ruhê Şerê Gel ê Şoreşger lê tê jiyandin, ciwan pêşengiya pêvajoyê dikin û erk û berpirsyariyên xwe bi cih tînin.
Ehmed Mihamed Şêxo ku ew jî yek ji wan ciwana ye ku erka xwe ya demê pêk tîne diyar kir ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî piştgiriyê bidin şervanên QSD û YPJ’ê û go ew ê ti carî nehêlin dewleta Tirk a dagirker bigihêje armancên xwe.
Mihamed Şêxo di axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku ji bo parastina xak û gelê xwe tevli Parastina Cevherî bibin.