TORONTO- Li bajarê herî mezin ê Kanadayê Toronto bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Kanadayê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi rojan çalakî û bername tên lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina 26’emîn salvegera dîlgirtina Rêber APO ya 15’ê Sibata 1999’an bi Komploya Navneteweyî, li Torontoyê li kolanên Yonge & Bloor kom bi sedan Kurdistanî û dostên Kurdan komplo şermezar kirin û daxwazên xwe yên “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” dubare kirin.
Di meşa girseyî ya ji Yonge & Bloor heta Stasyona Union de pankartên “Ji Ocalan re azadî” û “Kes nikare roja me tarî bike” hatin hilgirtin. Di meşê de êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd jî hatin protestokirin.
Di çalakiya ku bala gelê Torontoyê kişand de, belavokên Îngîlîzî hatin belavkirin û der barê şerê qirêj ê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne û rewşa Rêber APO û girtiyên siyasî yên din, agahî hatin dayîn. Di çalakiya ku rola Rêber APO di qadên Kurd, jin, demokrasî û azadiyê de hate gotin, girtiyên siyasî jî hatin silavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Heya ku welatê me û Rêberê me azad nebe, her roj ji bo me rojeke reş e û her roj roja têkoşînê ye.”