NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên YCWK’ê yên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û darbeya qeyûm a li dijî îradeya gel, tevahiya şevê bê navber dewam kirin.
Ciwanên ku li Taxa Yenîpazar a Mêrsînê, taxa Hîlal a Elîhê, Taxa Şemsibey, Yenîmahalle, Seyrantepe, Dûzyol û Xaçortê ya Wanê daketin qadan, tevahiya şevê bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bi dagirkeran re ketin pevçûnê. Ciwanan li gelek cihan barîkat danîn û nehiştin dagirker bikevin taxan.
YCWK’ê ku têkildarî çalakiyên di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em diyar dikin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk were em ê li qadên li dijî dagirkeran êrîşên xwe bidomînin û em bang li her kesî dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.”