NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek kurt da. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir got; “Birêz Nêçîrvan Barzanî wê piştgiriyek mezin bide vê pêvajoyê.”
Şandeya Îmraliyê di çarçoveya serdanên xwe yên bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re, îro di saet 10:00’an de bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Civîna bi Nêçîrvan Barzanî re dawî bû.
Piştî civînê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir derbarê hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek kurt da.
Keskîn Bayindir got; “Şandeya me bi rêzar serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek baş û dilxweş kir. Di hevdîtinê de, me silav û hezkirina Birêz Ocalan gihandin Birêz Nêçîrvan Barzanî. Me peyamên birêz Ocalan yên ji bo aştî û çareseriyê pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî kir.
Di hevdîtina me de, nêzîkatî û helwesta rêzdar Nêçîrvan Barzanî gelek baş bû, xwedî helwestek neteweyî bû. Ji ber vê ger pêvajoya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêşbikeve, ji bo pêşeroja gelê Kurd wê gelek baş be. Hêviya gelê Kurd ji vê pêvajoyê heye. Helwesta hemû hizbên Kurd ewe ku ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Di hevdîtina me de rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî wê ji bo pêşxistina vê pêvajoyê piştgiriyek mezin bide. Hemû rêxistin û serokên Kurdistanê xwedî helwestin û bawerin ku ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve.”
Hêjayî gotinê ye şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber APO re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.
Di çarçoveya serdanan de, Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne di 15’ê mehê de serdana Herêma Kurdistanê kir.
Şandeya Îmraliyê duh di saet 10:00’an de li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya, civîna bi Barzanî re saetek û 45 kêliyan dewam kir.
Şande wê biçe Silêmaniyê jî
Tê payîn şandeya Îmraliyê li gorî bernameya xwe li Silêmaniyê jî bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re jî bicive.
Di şandeya Îmraliyê de kî cih digire
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder akik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.