NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên YCWK Wan li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO ûli dijî darbeya ser îradeya gel li gelek taxên Wanê û bi taybet taxa Şamuranaltiyê, tevahiya şevê çalakî li dar xistin.
YCWK’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“Dagirkerên ku li hemberî çalakiyên yekîneyên me yên bi molotof, kevir û fîşekên hewayî nekarîn xwe ragirin, tevî hêzên teqwiye yên ji derveyî bajêr hatin anîn, ji qadên çalakiyê reviyan. Em yekîneyên xwe yên bi rojan li berxwe didin, ji ber vê berxwedana bi rûmet a ku nîşan dane pîroz dikin.
Bijî Têkoşîna Me ya Rewa
Bimre Komploya Navneteweyî
“Bijî Serok APO”