HESEKE – Merasîma Egîd Roj (Şervan Seydo) û Zagros (Luey Mihemed Ezîz) îro di saet 12.00’an de li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê Hesekê dest pê kir. Bi sedan kes ji bo rêzgirtina Şehîd Egîd Roj û Şehîd Zagros hatin cem hev. Bi taybet hevalên Egîd Roj ên çapemeniyê û gelê Efrînê ji doza şehîd Egîd gelekî bandor bûn. Şehîd Egîd Roj xebatkarê çapemeniyê yê ji Efrînê bû. Ji sala 2012’an ve Şoreşa Rojava şopand. Heta roja xwe ya dawî bûyer û sûcên şer ên dewleta faşîst a Tirk şopand. Şehîd Egîd Roj di 15’ê Sibatê de li Tişrînê dema karê çapemeniyê dikir hat qetilkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Stêrk Gulo dest bi axaftina bîranînê kir; “Dijmin êrîşî Şehîd Egîd kir, ji ber ku rastiya wê ragihand. Li ser sûcên dewleta Tirk a faşîst agahî da. Erdogan ditirse ku cîhan ji sûcên şer ên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hîn bibe. Cîhan ji çekên kîmyewî ditirse, lê Erdogan ji kameraya Sehîd Egîd ditirse.”
Her wiha, di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Hesen Beko û li ser navê hêzên leşkerî Nûrî Mehmûd, axaftin hatin kirin.
Piştre nameya xwişka Şehîd Egîd Roj Vejîn Ararat hate xwendin. Vejîn di nameyê de destnîşan kir ku her çend Egîd di malê de yê herî biçûk bû jî karê herî zêde û herî dijwar wî kir. Her tim mirovekî dînamîk û kedkar bû: “Min carekê ji Egîd re got, ez li vir li çiyayên azad ên Kurdistanê û hûn li Rojava xebatên xwe yên çapemeniyê dikin, em ê bi hev re rastiya şoreşa xwe ragihînin.”
Piştî nameyê, birayê Şehîd Egîd Xweşnav axivî û bal kişand ser têkoşîna mil bi mil li dijî dewleta Tirk a faşîst û wiha got: “Şehîd Egîd hevrêyê min bû û di heman demê de birayê min bû. Carekê ji min re got ku li Tişrînê bi kameraya xwe şer dike û ez jî li eniyê bi çeka xwe şer dikim.”
Herî dawî xortekî ji Efrînê ku bi salan Sehîd Egîd nas dikir, strana “Ez Sehîd im” diyarî wî kir.