NAVENDA NUÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK Elîh îro danê êvarê daketin qadan û li dijî darbeya qeyûm a li dijî vîna gelê Wanê çalakiyan lidarxistin.
Ciwanan rê girtin û agir pêxistin, bi kevir û molotofan li dagirkerên ku hatin qada çalakiyê derb kirin.
Ciwanan gotin, “Heta şaredariyên gelê me yên desteserkirî neyên vegerandin em ê ji qadên xwe venekişin û em bang li her kesî dikin ku cihê lê ne, veguherînin qada berxwedanê.”