WAN – Piştî darbeya qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, berxwedana gel didome.
Piştî 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, gel li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir.
Çalakiya nobedê bi beşdariya bi hezaran kesî didome.
Tevî hewaya sar û şert û mercên giran jî girseya gel qad neterikandin û bertekên xwe bi govendê li dora agirê anîn ziman.
Gel bi pêşengiya ciwanên bi qîrîna dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî Berxwedana Gelê Wanê” berxwedana xwe didomînin.
Çalakiya nobedê ya li ber şaredariya Wanê didome, ciwan bi danîna barîkatan li taxan li dijî îradeya gel darbeyê protesto dikin. Ciwanan bi fîşekên hewayî, kevir û molotofkokteylan bersiva êrîşa polîsan didin û nahêlin dagirker bikevin nava taxan.