NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Êlîh çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran didomînin.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên YCWK’ê li taxa Hîlal a Êlihê çalakiyek li dar xistin. Dema wesayiteke zirxî ya polîsên deweleta Tirk a dagirker xwest bikeve taxê, ji aliyê yekîneyên me ve bi molotofan hate hedefgirtin. Wesayîta zirxî ya li hemberî yekîneyên me bêçare maye ji taxê dûr ketiye. Em diyar dikin ku çalakiyên me yên li dijî dagirkeriyê wê bênavber bidomin û banga mezinkirina berxwedanê li her kesî dikin.”