NAVENDA NUÇEYAN- Xelkê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna nobedariya berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dane Bendava Tişrînê.
Hejmarek ji hunermend û rewşenbîran, bi dehan jin, ciwan, kalemêr û pîrejinan li qadan kombûn bi karwanê re bi rê ketin.
Ji 8`ê Çileyê ve pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li bendavê nobedariyê dikin.