NAVENDA NÛÇEYAN- MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 16’ê Sibatê saet di 21.30’an de hêzên wan di ketina gundê Tulinderê ya di navbera navçeyên Erganî û Çermik ên Amedê de li dijî cerdevanan êrîşeke bombeyî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hewlika ewlehiyê ya ku cerdevan lê bi cih bûbûn, bi bombeyeke xurt hatiye hedefgirtin. Di encama çalakiyê de 2 cerdevan birîndar bûn û kozika asayîşê jî nema dikare bê bikaranîn.”
Di 15’ê Sibatê saet 23.45’an de Milîsên MAK’ê li taxa Şehîtlîkê ya Amedê li dijî qereqola asayîşa giştî bi teqemenî çalakiyek li dar xist. Milîsan ketina qereqolê bi teqemeniya destçêkirî hedef girtin.