NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyan hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, dawî bûye.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber APO re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.
Di heman çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di saet 10:00’an de li Debaşan ya Silêmaniyê bi serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re civiya.
Li gorî agahiyan civîna bi Bafil Talebanî û Qubat Talebanî re dawî bûye.
Tê payîn şande îro bi Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re jî bicive.