NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Wan’ê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” çalakiyên xwe yên li dijî darbeya qeyûm a li dijî vîna gel didomînin. Tevahiya şevê di navbera yekîneyên ku li gelek taxên Wanê bi taybetî li Yenîmahalle û Seyrantepe daketin kolanan û polîsên dagirker pevçûn rû da. Dema ku endamên yekîneyê bi kevir, molotofkokteylan û fîşekên hewayî bersiv dan dagirkeran, di çalakiya wan de kozika kameraya CCTV hate rûxandin.
Ciwanan diyar kirin ku heta encam negirin ew ê ji qadan venekişin û gotin, “Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin.”