NAVENDA NUÇEYAN- Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 55 jê zarok nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ji parastvanên mafan û rêxistinên hiqûqê hatine bidestxistin; pêvajoya hiqûqî ya 350 kesan di bin kontrola parêzeran de didome û 24 kes hatine girtin. Nêzî 50 kes jî piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat diyarkirin ku ji 55 zarokên hatin binçavkirin 16 jê û 90 welatiyên din di dema binçavkirinê de rû bi rûyê êşkenceyê man. Hat zanîn ku ser, dest û milên welatiyan hatine şikandin û şopên derbkirineke giran li ser bedena welatiyan hene. Hat zanîn ku 2 welatiyên hatin berdan, ji ber êşkenceyê êdî baş nabînin.
ZAROK RÛ BI RÛYÊ ÊŞKENCEYÊ MAN
Hat diyarkirin ku ji binçavkiriyan 55 jê zarok in û li 16 zarokan di dema binçavkirinê de êşkenceyên giran hatine kirin. Hat zanîn ku hestiyên gelek zarokan ên ser û milên wan hatine şikandin û şopên giran ên êşkenceyê li ser bedena wan in. Bi taybet jî ji ber kelemçeya plastîk destên gelek zarokan reş û şîn bûne. Heta niha ji zarokên sewqî edliyeyê hatin kirin 2 jê hatine girtin.
ZÊDEYÎ 400 BINÇAVKIRÎ
Hejmara binçavkiriyan her ku diçe zêdetir dibe û bi taybet jî bi dehan kesên di roja ewil de hatin binçavkirin bêyî parêzerên wan îfadeyên wan hatin girtin û piştre hatin berdan lewma hejmara biçavkiriyan baş nehatiye zelalkirin. Hat gotin ku hejmara binçavkiriyan 400 kes derbas kiriye. Li gorî agahiyan; gelek kesên di dema protestoyan de birîndar bûn bi tirsa ku bên binçavkirin neçûne nexweşxaneyê. Gelek kesan ji ber tundî û êşkenceya lê hatiye kirin, serî li Maseya Krîzê ya ji hêla Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye avakirin, dan. Piraniya kesên serlêdan kirine, rû bi rûyê êşkenceya giran man û gotin ku dema birin nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedane wan.
Hat ragihandin ku Maseya Krîzê dê di demekî kin de rapora xwe ya binpêkirina mafan eşkere bike û bi taybet jî der heqê mudaxileya dîmenên wan hatin parvekirin de serlêdana sûc bike.
Li hêla din, ji binçavkiriyan 30 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.