ŞENGAL- Dewreya perwerdehiya bîrdozî ya du hefteyan li ser navê Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şehîd Ronahî Amanos û endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Şehîd Kerîm ku 2 hefte dom kir, bi serkeftî bidawî bû.
Nêzî 10 ciwan beşdarî dewreya perwerdeyê ya ku li Serdeştê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ve hat lidarxistin, bûn. Armanca perwerdeyê ya sereke ew bu ku ciwan xwe, civaka xwe, dîrok û çanda xwe baştir nas bikin û hebûna xwe û gelê xwe biparêzin û li ser vê bingehê ciwanên rêxistinkirî biafirînin. Her wiha armanca perwerdeyê ew bû ku li hemberî êrîşên lîberalîzmê yên ji bo afirandina ciwanên ferdperest, xweperest û ji civakê îzolekirî, di nava ciwanan de hevaltî û girêdaneke kolektîf û îdeolojîk bê avakirin.
Di dewreya perwerdehiyê ya ku vebû de gelek mijarên wekî “Wate û Girîngiya Perwerdehiyê”, “Welatparêzî”, “Çand û Exlaqê Şoreşgerî” û hwd hat dayin. Di vê demê de ciwan beşdarî konferans, semîner, nîqaş, lîstikên şano û çalakiyên curbecur bûn.
Di dawiya perwerdeyê de moralêk hate lidarxistin. Dewreya perwerdeyê bi stranên şoreşgerî û bi girtina dîlanê bi serketî bi dawî bû.