NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanê QSD’ê ciwan ê bi navê Egîd Herekol rewşa eniya şer a li Herema Firatê radigihîne. Her wiha behsa bîranînên xwe ya bi Şehîd Egîd Roj, ê ku di 15’ê Sibatê de li Tişrîn Şehîd ketibû, dike.
Şervana Egîd dibêje ku tevî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst, ciwanan eniya şer bi moraleke blind şer dikin.”Navê min Egîd Herekole. Ez ji hêzê Q.S.D me. Ev çend roj in dewleta Tirk a faşîst hewl dide êrîşî me bike. Tevî êş û şert û mercên me yên dijwar jî em tijî moral in. Dijmin nikare berxwedana me bişkîne.
Zêdetirî du meh in ez li Hereme Firatê me, Erdoğan tevî wan ên teknîkî peşketi yên mîna balafiran û hwd.
nikarîbû gavekê jî bi pêş de biçe.
Ez dixwazim li ser şehîd Egîd tiştekî bêjim. Min heval Egîd demeke dirêj nas kir. Hevaltiya wî xweş bû. Cara dawî min ew li bendava Tişrînê dît. Şehîd Egîd bi dînamîzma tevgeriya û karê xwe yê çapemeniyê kir. Hevalek civakî bû ku her tim di nava gel de bû.
Ciwanên me Herema Firate di eniyên pêş de şer dikin. Û wek ciwan me sond xwar ku em ê tola şehîdan xwe hilînin. Me soza xwe da Rêber APO û heta Kurdistan azad bibe em ê têbikoşin.