NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK’ê diyar kirin ku êvara 17’ê Sibatê li Avcilara Stenbolê tesîseke vezîvirandina plastîk şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Agirê ku bi lez û bez mezin bû, li du navendên din ên li kêleka tesîsên hedef hatin girtin, belav bû. Ev çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me hatiye lidarxistin. Em diyar dikin ku çalakiyên me wê bidomin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were, em bang li her kesî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê.”