NAVENDA NUÇEYAN- MJAR’ê (Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 14, 15 û 16’ê Sibatê de li Wan, Gever û Colemêrgê li dijî dijmin û hevkarên wan çalakî li dar xistine.
Naveroka daxuyanî û çalakiyan wiha ye:
Roja 14’ê sibatê li Wanê di taxa Altintepe de, ji alî hêzên me ve, li hember avahiya ku dijmin tê de cîh digirin, çalakiyek bi bombeyê destçêkirî, molotof û hewaî fîşekan hat pêkanîn. Di encama çalakiyê de, 2 wesayetên dijmin yê zirxî bi giranî hatin derbkirin.
Di 15’ê sibatê li Wanê di taxa Îstasyonê de, ji alî hêzên me ve bi agir barîqat hatin avakirin. Li hember vê yekê, dijmin kete nava tevgerê û erîşî taxê kir. Di encama êrîşê de, hêzên me bi molotof, Bombeyê destçêkirî û hewaî fişekan bersiv dan. Di encama çalakiyan de, wesayeta dijmin yê bi navê TOMA û Akrep, bi giranî hate derbkirin.
Di 16 sibatê li Wan Tûşba’yê di pêşengiya hêzên me û bi alîkariya ciwanê taxê, bi agir barîqat hatin avakirin. Li ser vê yekê dijmin kete nava tevgerê û êrîş kir. Di encama êrîşê de, hêzên me û ciwanên taxê demdirêj bi hewaî fîşek û molotofan, bi dijmin re şer kirin. Di encama çalakiyan de, dijmin çi encam negirt û bi neçarî bi paşve vekişiya.
Di 15 sibatê de li Colemêrgê di taxa Yenî Mahale de ji alî hêzên me ve bi agir barîqat hatin avakirin. Li ser vê yekê, dijmin ket nava tevgerê û êrîşî taxê kir. Di encama êrîşê de, hêzên me bi hewaî fîşek û molotofan bersiv da dijmin. Di encama çalakiyan de, dijmin ji bê encamiya neçar ma û bi paşve vekişiya.
Di 15’ê sibatê li geverê di taxa Zagros, Pîzok Tokî û li ser rêya şemzînanê, Axaftinê Rêber APO bi şêwazê dengê bilind, li hemû taxan hate guhdar kirin. Li hember vê yekê Gelê me yî welatparêz î yê taxan bi dirûşmê “BIJÎ SEROK APO” û “BIJÎ PKK” Alîkarî dan hêzên me.
Di 15’ê sibatê de li Geverê di taxa Qişlayê ya kevin de wêneyên Serok APO hatin xêzkirin û pê re 15’ê Sibatê, roja reş bi nivîskî hate şermezar kirin.