NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîneyên YCWK’ê li dijî darbeya qeyûm a li dijî vîna gel çalakiyên xwe bê navber didomînin. Şeva borî li Taxa Xaçort a Wanê ciwan daketin qadan û bi kevir û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin. Piştre ciwanên welatparêz agir pêxistin û rê girtin û nehiştin polîsên dagirker bikevin taxê.
Ciwanan diyar dikin ku heta şaredariya gel ya desteserkirî neyê radestkirin ewê ê ji qadên xwe venekişin û bang li hemû ciwanên welatparêz kirin ku berxwedanê mezin bikin.