NAVENDA NÛÇEYAN – Xortekî ji Şengalê bi navê Xelefa têkildarî yasaya Efûya Giştî ya ji aliyê parlementoya Iraqê weke xeletiyek nirxand û got gelê Êzîdî dîsa bibin hedefa îdyolojiya DAIŞê.
XWÎNA MALBATÊN ME HÎN LI SER DESTÊN WAN E
“Navê min Xelefa ye, ez xelkê Şengalê me û ciwanekî Êzidî me.
Ji ber qirkirina Êzidiyan a 2014’an em difikirin ku Efûya Giştî xelet e.
Azadkirina wan tê wateya azadkirina terorîstên DAIŞê yên ku malbata me kuştine.
Xwîna malbatên me hîn li ser destên wan e. Berdana girtiyên DAIŞê ji bo me Êzdiyan te wateya mirin û îşkence.
Em hêvî dikin ku parlamentoya Iraqê û raya giştî li dijî vê biryarê derkevin.”