NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kuştina rojnamevanan, binçavkirin û girtina li Bakur nîşan didin ku AKP naxwaze şer bisekine.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê axivî û got, derengketina daxuyaniya ku hate gotin, wê Rêber Apo di 15’ê Sibatê de bike ne ji ber Tevgera Kurd e.
Duran Kalkan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komkujiyên li ser rojnamegeran, binçavkirin û girtinên li Bakur nîşan dide ku AKP naxwaze pevçûn bi dawî bibin û got: “Em bala xwe bidinê. Zimanê wî êrîşkar e, ramanên wî êrîşkar e, kirinên wî êrîşkar e. Lêdide, dişkîne û digire. Ew zextê dimeşîne. Ma wisa nabe. Pêvajoyeke wiha nikare were pêşxistin. Ev helwest, feraset û polîtîka li pêşiya demokratîkbûnê asteng in. Divê ev bê dîtin. Demokratîkbûn bi derbaskirina van pêk tê. Divê em vê pir baş bibînin û fêm bikin.”
Nirxandinên endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Di 9’ê Cotmeha 1998’an û piştre 15’ê Sibata 1999’an de bi êrîşa Komploya Navneteweyî îmhakirina Rêber Apo hedef girtin. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd û hemû mirovahî hedef hat girtin. Komploya Navneteweyî bi rastî jî di dîrokê de komploya herî hovane, zalimane û neheqî bû. Ev 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo tevgera me, gelê me û dostên me têkoşîneke lehengî meşandin. Di serî de pêşengê vê berxwedanê Rêber Apo silav dikim. Şehîdên fedaî yên ku bi şiyara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir û parastin bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Gelê me û dostên me yên ku 26 sal in li ber xwe didin pîroz dikim.
Têkoşîn û çalakiyên şermezakirina salvegera 26’emîn xurt bûn. Taybetmendiyên îsal mîna sala 99’an bûn. Wê demê aliyê tundiyê hebû, vê carê ew ew tine bû. Lê salvegera 26’emîn Komploya Navneteweyî di aliyê girseyî, zelalbûnî û daxwazan de xurtir bû. Li cihên ku Kurd û dostên wan lê hene teqez çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Kolan û qad ji hêla sedhezaran kesan ve tijî bûn. Daxwaz zelal bûn. Daxwazên bila pergala tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ji holê bê rakirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo miosger bibe û şertên ku Rêber Apo azad kar bike derketin pêş. Bi vî awayî bersiv dane banga tevgera me. Ji ber ku bersiv dane banga me û piştgirî dane em hemû kesên ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina 26’emîn Komploya Navneteweyî bûne silav dikim û spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Bi taybetî çalakiya li Strasbourgê û li gelek deverên Ewropayê pêk hatin, mezin bûn û watedar bûn. Beşdarbûna dostan baş bû û peyamên wan xurt bûn. Dîsa çalakiyên li Rojava ji Helebê heta Kobanê, Reqa, Dêrikê, Qamişlo û hemû bajaran ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin û bi coş, kelecan û girseyî pêk hatin. Ev jî gelekî girîn bûn. Ji Ewropayê heta Mexmûrê û bajarên Bakur çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Ez van çalakvanan silav dikim. Bi taybetî çalakvanên beşdarî çalakiya li Strasbourg û Mexmûrê pîroz dikim. Di têkoşîna 27’emîn a li dijî komployê de ji gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk re serketinê dixwazim.
BELGEFÎLMA LI SER ALIYÊ YEWNANISTANÊ HAT ÇÊKIRIN
Bi rastî rola wê ya di pêngava kurevî de gîring bû. Pêngava kurevî ya azadiyê ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hat destpêkirin li her derê Kurdistanû û çar aliyên cîhanê belav bû. Bandorê vê yekê hebû. Bi taybetî jî peyamên Rêber Apo yên di hevdîtinan de da, bandoreke diyarker lîst. Me ev bandor di çalakiyên girseyî de dît.
Bi vê re belgefîlma ku li ser mijara komployê ya aliyê Atînayê hat amadekirin. Yanî çapemenî jî di vî alî û dayîna çalakiyan de kedeke mezin da. Belgefîlma li ser 9’ê Cotmehê ku li ser Îltalyê hatibû amadekirin û niha jî li ser paytexta Yewnanistan Atînayê belgefîlmek hat çêkirin. Ew belgefîlm girîng bûn. Bi rastî di plana giştî de aliyên komployê yên ku nayên zanîn tinebû. Rêber Apo bi qasî tê xwestin agahî da û bi lêkolîn û raporan agahî derketin holê. Rêber Apo bê kê komplo pêk anî û çawa pêk anîn bi kûrahî, berfirehî û bi şêweyê ku bê fêmkirin nirxand. Hin aliyên wê û derxistina wan ji bo me girîng bû.
Me di herduyan de çi dît? Me di komployê de rola serke ya DYE’yê dît. Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê daxuyanî da û vekirî got; “Serokê DYE’yê ji bo Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê bikim, zext li min kir.” Niha jî yên ku Rêber Apo birin Yewnanistanê bi awayekî vekirî li xwe mikur hatin ku bê rêveberiya DYE’yê zextên çawa li wan kirine. Derket holê ku Komploya 15’ê Sibatê di rastiyê de li Yewnanistanê hatiye plankirin. Xwedêgiravê ji bo serlêdana siyasî Rêber Apo birine wir lê plana ku bi awayekî korsanwarî birevînin kirine. Ev hemû daxuyaniyên sûc e. Ger bi rastî hiqûqa navneteweyî hebe wê derbarê rêveberiya DYE’yê wê demê de doz bihata vekirin.
DIVÊ RÊVEBERIYA HEYÎ YA DYE’YÊ KOMPLOYÊ TELAFÎ BIKE
Ma li ser belgefîlma Îtalyayê jî gotibû, lê di Atînayê de ev yek zelaltir derket holê. Yanî bi awayekî vekirî plankirine, hiqûq hatiye binpêkirin û sûc kirine. Lê belê niha hiqûqek wiha ya navneteweyî tineye û cîhanek wiha tineye. Jixwe li vê cîhanê ti hiqûq ji bo Kurdan pêk nehatiye û Kurd ji ti hiqûqê sûd wernegirtine. Ji ber vê yekê ti kes dengê xwe dernaxe, tiştên tên kirin dimînin. Wê demê jî me got, divê rêveberiya DYE’yê vê neheqî û pêkanîna zalimane telafî bike. Divê lêborînê ji Kurdan bixwazin. Ji bo pergala tecrîd û qirkirinê ji holê rakirin bixebitin.
Ji bo berjewendiyên xwe êrîşî vîna azadiya gel kirine û hewldane tine bikin. Ma ev tê qebûlkirin? Divê rêveberiya wê demê yê DYE’yê rastiyan derxe holê û qet nebe divê helwestekê nîşan bide û bêdeng nemîne. Beravajî vê, bêdengî hîn jî didome. Ev yek çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û demokratîkbûna Tirkiyeyê asteng dike. Jixwe ji bo vê komplo kirin. Bi komployê re îmhakirina Rêber Apo hedef girtin û di şexsê Rêber Apo de xwestin ku PKK’ê tasfiye bikin, çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn asteng bikin. Di encamê de asteng kirin û ev 26 sal in asteng dikin. Heke ev komplo pêk nehatiba û li ser xeta Rêber Apo têkoşîn bihata meşandin wê niha gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava aştî û xweşiyê de bijiyana. Wê ev rewş qadên demokratîk ava bikira û derfeta jiyana azad û rêveberiya demokratîk derketa holê.
Niha çawa ye? Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Her sal rêxistin û dewletan hildiweşînin û yên nû ava dikin. Ji bo mêtingeriyê bidomînin, her der kirine gola xwîna. Di nava hewla lêgerîna domandina tehekuma desthilatdariyê, desthilatdariya baviksalar û pergala dewletê de ne. Ev 26 sal in girtina Rêber Apo di Îmraliyê de ji bo vê ye û hîn jî dixwazin vê bidomînin.
Bi rastî jî ev êrîş ji bo astengkirina demokrasî, azadî û xwişk û biratiya gelan e. Ji ber vê yekê ne hewceye ku em careke din bînin ziman. Lê divê em vê yekê ti carî ji bîr nekin, komplo çi bû, kê kir û çima 26 salan domandin. Bi van êrîşan re li Rojhilata Navîn çi hat jiyîn? Divê her kes van tiştan baş zanibe û ti carî ji bîr neke. Niha berxwedana mezin a 26 salan armancên komployê vala derxist. Yanî tiştên sereke yên dixwestin pêk neanîn, pêk nehatin. Lê rewşa şer û pevçûnê li Kurdistan û Rojhilata Navîn domandin.
Niha dipirsin, dibêjin têkoşîn komplo çiqasî vala derxist, kîjan alî vala dernektin û têkbirina komployê tê çi wateyê. Aliyê nayê fêmkirin tineye. Bi temamî têkbirina komployê tê wateya têkbirina pergala êşkence, tecrîd û qirkirina Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev tê çi wateyê. Tê wateya azadiya Kurdan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn jî tê wateya pêngava şoreşê û demokratîkbûna cîhanê. Yanî ev mîna goşt û neynûkê bi hev ve girêdayî ne. Komplo hîn çawa didome. Bi pergala êşkence, tecrîd û qirkirina Îmraliyê û tecrîdkirina Rêber Apo didome. Ev yek tê wateya domandina pergala Îmraliyê. Pergala êşkence, tecrîd û qirkirina tê wateya êrîşa Komploya Navneteweyî. Me berê jî anî ziman. Têkoşîna li hemberî Komploya Navneteweyî gelekî pêş de ye, asta wê ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn kûr e û li cîhanê belav bû.
AZADIYA RÊBER APO GELEKÎ NÊZÎK E
Têkoşîna li hemberî Komploya Navneteweyî veguherî tevgera demokrasî û azadiyê. Ev têkoşîn di sala 27’an de wê hîn xurtir bibe, berfireh bibe û kûrtir bibe. Em dixwazin di sala 27’an de encamê bigirin. Me jê re got, sala fînalê. Têkoşîna sala 27’an wê bibe sala mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Armanca me ev e. Divê teqez em şertên Rêber Apo yên azad bijî û kar bike pêk bînin. Armanca me ya sala 27’an a li hemberî Komploya Navneteweyî ev e. Divê gelê me, jin, ciwan û hemû welatparêzên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn, dostên me yên şoreşger û mirovahî vê hedefê bi vî awayî bibînin. Bi rastî jî mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkbirina Komploya Navneteweyî gelekî nêz bûye. Di sala 27’an de em têkoşîneke bi bandor û berfireh bimeşînin em ê teqez bi ser kevin. Armanca me ya sereke ev e û divê her kes xwe li vê armanca kîlît bike. Wê demê pêngava kurevî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi çalakiyên bi bandor bigihînin hemû qadan û sala 27’an bikin sala serketinê. Ji yên ku vê rêyê de têdikoşin serketinê dixwazim.
DERENGMAYINA DAXUYANIYA ÎMRALIYÊ JI ME NEQEWIMÎ
Di vê mijdarê de hin agahdarî çêbûn. Em jî vê mijdarê dişopînin. Bi rastî hin alî şênber axivîn û vekirî gotin ku wê daxuyanî di 15’ê Sibatê de bê dayîn. Ev yek di nava raya giştî de belav bû. Lê belê 15’ê Sibatê derbas bû û daxuyaniyek bi vî rengî çênebû. Çima ev rewş hat jiyîn em jî nizanin û hewl didin fêm bikin. Tişta ku em dizanin û dixwazin bibêjin, ev rewş teqez ji me neqewimî. Yanî astengkirin û taloqkirin ji aliyê tevgera me çênebû. Ji kê qewimî û çima wisa bû em ê di demên pêş de fêm bikin. Lê ger soz bidin û dawiyê encameke bi vî rengî derkeve holê nexweş e. Divê wisa nebûya.
Li aliyê din hevalên me derbarê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de daxuyanî dan. Li ser vê mijarê daxuyaniya hevalê Cûma û hevala Hêlîn çêbûn. Ji pêvajoya beriya niha bi rastî jî agahiya me jê nebû. Jixwe me gotibû agahiya me jê tineye. Lê belê di demên dawî de bi hevdîtinên bi Rêber Apo re em agahdar bûn. Rêber Apo name şandiye. Hevalan vê yekê eşkere kirin. Tişta ku agahiya me jê çûbê ew e ku Rêber Apo li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, li ser bingeha azadiyê demokratîkkirina Tirkiyeyê û di siyasetê de guhertin û veguhertina dewleta Tirkiyeyê û civakê pir zelal e û bi biryar e. Di agahiyên ji me re hatin me ev yek dît.
Em jî bi biryar in. Tevgera me gelek caran daxuyanî da û bi boneya salvegera komployê hemê sazî û rêxistinên tevgera me daxuyanî dan û helwesta xwe raber kirin. PKK jî di vî alî de daxuyanî da û bê pêvajoyê çawa dixwîne, çawa nêzîkî pêvajoyê dibe û helwesta wê çi ye bi awayekî vekirî anî ziman. Em her tim dibêjin heta niha em li gorî biryarên Rêber Apo tevgeriyan û teqez wê ji niha pê ve jî helwesta wiha be. Hin kes vala diaxivin, yên vala diaxivin gelek in. Ji ber ku ne derbasdar in, divê ti kes guh nede van axaftinan. Em bi biriyar in. Ez dikarin vê bibêjim, hin aliyên dijber hene û dixwazin asteng bikin. Ew çi dikin bila bikin û ji kerba biteqin jî wê azadiya Kurdan mîsoger bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Yên dixwazin li pêşiya azadiya Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê bibin asteng û hewl didin di navbera gelên Kurd û Tirk nakokî û şer derxin û ji vê xwedî dibin wê têk biçin. Em dikarin vê yekê eşkere bibêjin.
Xebatên şandeyê li Başûr hene û bi rêveberên Başûr re hevdîtin kirin. Em jî van geşedanan dişopînin. Jixwe me gotibû em xebatên şandeyê girîng dibînin. Şandeyê bi partiyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê re hevdîtin kirin û niha bi partiyên Başûrê Kurdistanê re kirin, em girîng dibînin. Em van hevdîtinan bi baldarî dişopînin. Peyamên tên dayin û hevdîtinên tên kirin girîng in. Em di wê baweriyê de ne ku wê erênî bin. Dibe ku berê nakokî û pevçûn qewimîn lê niha li Kurdistan û Rojhilata Navîn rewşeke krîtîk derketiye holê. Di demên pêş de ev rewş wê kûrtir bibe û bidome. Siyaseta Kurd di asta ku vê rewşê fêm bike de ye û em di wê baweriyê de ne ku wê di aliyê hebûn û azadiya Kurdan de helwesta xwe raber bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê helwesta wan erênî be.
RÊBER APO FEYDEYA HER KESÎ DI BER ÇAVAN DE DERBAS DIKE
Peyamên Rêber Apo ji bo hemû Kurdan e û dixwaze pirsgirêkên hemû parçeyên Kurdistanê çareser bike. Rêber Apo dixwaze ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokraîtkbûna Rojhilata Navîn pêk were. Na tenê ji bo Kurdan, feydeya her kesî li ber çavan digire. Rêber Apo ji bo Tirkan, Farisan, Ereban, Ermenan, Suryanan, Cihûyan, hemû gelên Rojhilata Navîn û her kesî jiyana hevpar dixwaze. Siyaseta Kurd di asta ku vê pêvajoyê fêm bikin de ne. Em di wê baweriyê de ne ku wê bêhtir piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bendewariya di vî alî de heye.
Ev yek wê her ku biçe yekîtî û tifaqa demokratîk a siyaseta Kurd jî pêş bixe. Vaye banga ji bo Yekîtiya Neteweyî tê kirin. Di vî alî de xebatên nirxdar ên KNK’ê hene. Divê her kes hêz û piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Em hêvî dikin ku wê geşedanên nû çêbibin. Weke PKK’ê em ji vê re vekirîne û amade ne jî. Em her tim li ser bingeha xeta demokrasî û azadiyê de alîgirê hemû helwdanên ku feydeyê bide Kurdan e û di vî alî de çi bar û berpirsyarî bikeve ser milê me em amade ne ku pêk bînin. Jixwe hevalên me ev yek anîn ziman. Em dixwazin vê bibêjin.
TI KES NE BERDEVKÊ RÊBER APO YE, NIKARE LI SER NAVÊ RÊBER APO BIAXIVE
Ji bo şaş neyê fêmkirin gelek caran em bal dikşînin ser vê yekê. Ger Rêber Apo daxuyanî bida wê rewş hinekî zelal bibûya. JI ber ku ev nebû her kes diaxive û şîrove dike. Êdî hatiye asta ku rastî û şaştî ketine nava hev. Heta hin kes teqez diaxivin, ev ne rast e. Heta tê dîtin ku li ser navê Rêber Apo diaxivin. Tişta dixwazim bibêjim, divê her kes baldar be. Ti kes ne berdevkê Rêber Apo ye, nikare li ser navê Rêber Apo biaxive. Divê pêvajoyê rast bi rê ve bibin û raya giştî rast agahdar bikin. Divê pêvajoyê rast fêm bikin. Ez çawa bibêjim, weke ku bi daxuyaniyekê her tişt çareser bibe, aştî û demokrasî pêk bên, xîzanî bi dawî bibe, wê her kes rehet bijîn û her tişt bibe gul û gulistan nêzîk dibin, wê tiştekî wisa çênebe. Divê xwe ji vê xeyalên bûrjûvayê xilas bikin. Nêzîkatiyên di vî alî de tên dîtin. Weke ku wê her tişt Rêber Apo bike nîşan didin. Na, ev kar yê me hemûyan e. Ji ber ku pirsgirêk ya me hemûyan e. Ger em hemû bi hev re bixebitin em dikarin bi ser kevin. Wê bi daxuyaniyeke tenê çênebe. Ev karê têkoşîneke mezin e. Li holê rewşeke ku wê hin kes tiştekî bidin, Rêber Apo bi tena serê xwe bike, dewlet wê tiştekî bide hin kesan an jî wê dewlet bide, tineye. Wê her tişt bi têkoşînê çêbibe, hem jî bi keda destan wê çêbibe. Divê em nebêjin li vir êrîş heye, li vir paşverûtî heye û hwd. hene. Li dijî van divê têbikoşin. Her ku bi rêbazên rast û têkoşînek bi bandor bê meşandin wê serketin pêk were.
Di vî warî de divê gelê me, derdorên welatparêz û hêzên demokratîk nekevin nava xeletiyê. Bila kes nefikire ku wê li ser masê muzakere bên kirin, îmze bên îmzekirin û her tişt bi vê rehetiyê çareser bibe. Tiştekî wiha tine. Aliyê din jî dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Dixwaze tine bike. Siyaset bi zîhniyeta ku qirkirina Kurdan pêşbîn dike neguheriye. Şoreşeke zihniyet û wijdanî pêk nehatiye. Ev ê bi hêsanî pêk neyê. Ew hewldanek mezin e û pêvajoyek dirêj digire. Wê bi têkoşînê pêk were. Erê, wê ev yek bibe.
Bila ti kes nekeve nav bendewariya ”Ji ber vê yekê, aştî dê hêsan û lezgîn be. Pirsgirêk dê bi muzakereyên li ser maseyê bên çareserkirin. Em ê jî rehetiyê bibînin.” Divê her kes rêxistina xwe pêş bixe. Pêvajoyê rast binirxîne. Werin em yekîtiya xwe ava bikin.Bêtir têkoşîn hewce ye. Zêdetir têkoşîn pêwîst e. Têkoşînek hê bi bandor, rêxistinkirî û encamgir pêwîst e. Divê hemû derdorên welatparêz û demokrat û gelê me zanibin ku em ketine pêvajoyeke têkoşîneke wisa, ku Rêber Apo bi ked û têkoşîneke ewqas mezin re ancax têbigihêjin û di nava têkoşîneke wiha de bin.
DI ALIYÊ DESTHILAT Û MUXALEFETÊ DE TIŞTEK NÛ TINEYE
Tê gotin ku “Li eniya rojava tiştekî nû nîne.” Mîna ku bûye meselok. Divê êdî ev bê gotin. Bi rastî di eniya rojava de tiştekî nû nîne. Yanî merov naxwaze wiha bibêje. Em ne ewqas bêhêvî ne. Bê guman em ne di wê rewşê de ne ku bêhêvîtiyê belav bikin. Em ne reşbîn û bêhêvî ne. Lê em pir baldar in. Em şiyar in.
Hin kes dinivîsin û dibêjin. Aliyê Kurd pir bi tecrûbe ye. Kes nikare bixapîne. Divê her kes baldar be. Ev rast e. Em di vê mijarê de hişyar in. Lê gava merov bi rastî li eniya Tirkan dinêre, merov gelek tiştan dibîne.
Em qet tiştekî nû nabînin. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî gelek axaftin kir. Girîng bû, watedar bû. Bi rastî jî bi vî awayî rêya muzakereyan hinekî vebû. Rêber Apo jî di peyamên xwe de ev yek nirxand. Piştî şandeya Îmraliyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî, navenda partiyê ziyaret kir, ji rêveberên partiyê yên ku di meclîsê de koma wan hebû, daxwazên xwe anîn ziman. Hemûyan xwestek kirin. Ji xeynî van tiştekî erênî nîne. Tiştekî nû nîne.
Dibêjin bila daxuyaniyekê bide. Weke ku Rêber Apo daxuyanî nedaye sûcdariyek heye. Çawa dikare bike? Wê ferasetê diafirînin ku Rêber Apo xwedî her cure derfetan e, li her derê peywendiya xwe heye, dikare rêyên teknîkî bi kar bîne lê nake. We Îmralî xist nava pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê. Bi gotineke din, bi cîhanê re têkilî tineye. Beyî ku ev rewş biguhere ew ê çi û çawa bike? Rêber Apo bêyî şert û mercên xebat û jiyana azad dikare çi bike? Ê kî vê azadiyê asteng dike? Kî rê li ber şertên azad bijî û bixebite digire? Kî pergala Îmraliyê asteng dike. Pergala Îmraliyê ji holê rake, bila azad bibe, wê demê merov dikare bibêje tiştek “nekiriye”. Ji ber vê yekê gotina “bila daxuyaniyê bide û me xilas bike” bê wateye.
Çapemeniya Tirk vê yekê dibêje. Ya ku ew bi gelemperî dibêjin ev e. Carinan bi tevahî ji rojevê dûr dikevin. Carinan tu dibînî ku tiştek li wir tune ye, carinan meriv dibîne ku ew vê yekê dikin rojev. Ev her tim di çarçoveya şerê psîkolojîk de didome. Di vê wateyê de ev ne rast in. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Ji ber vê yekê pêwîste bi ser wê de biçin.
EM DI ENIYA AKP’Ê DE TEŞTEK ERÊNÎ NABÎNIN
Cidiyeta Devlet Bahçelî hebû. Ew bi rastî li aliyê şer bû. Dema ku wî cara yekem daxuyanî da me jî îfade kir. Hinek dipirsin çima ev ji Bahçelî hatiye? Min got, helbet ji Bahçelî tê. Ji ber vê yekê ew e ku şer dike. Yên şer dikin dikarin behsa encamên şer bikin. Yên ku şer nakin wê çawa biaxivin? Ti qîmeta gotinên kesên ku şer nakin tineye? Lê dixuye ku Bahçelî jî ne xwedî hêzeke zêde ye, bandoreke wî heye lê di pratîkê de pêkanîn bi temamî di destê desthilata AKP’ê, rêveberiya Tayyîp Erdogan de ye. Em di eniya AKP’ê de tiştekî erênî nabînin. Van tiştan red nakin, lê tiştekî erênî jî pêş naxin.
Tayyîp Erdogan hîn jî gotinên neguncav ên wekî “yan wê tavilê çekên xwe deynin an jî em ê bi çekên wan veşêrin” dibêje. Kî wê çi bike gorê? Ew bi xwe di rewşa veşartinê de ye, qala veşartina kesên din dike. Bila ew bi halê xwe re mijûl bibe. Divê em vê yekê bibêjin.
Niha wezîrê derve û serokê MÎT’ê li cîhanê digerin. Hemû dibêjin; “Em li dijî terora PKK’ê ne, li dijî terora PKK’ê ne.” Em ê çawa terora PKK’ê bişkînin? Qaşo hûn ê bi PKK’ê re çareseriyekê bibînin. Kî wê ji gotinên te bawer bike? Hûn daxuyaniyan didin û dibêjin Tirkiyeyeke bêteror derdikeve holê. Wê demê ev hewlê çi ne? Ne lihevkirî ne, ne ciddî ne.
Wisa dixuye ku AKP bi rastî her tiştî li gorî hêza xwe saz dike. Ew li gorî berjewendiya xwe saz dike. Ew lêkolîn dike û ji bo berjewendiyên xwe ve girêdayî ye. Em vê dibînin. Êdî em nizanin, di nav xwe de çiqas yekîtiya wan heye ne diyar e. Dîsa ne diyar e ku di navbera Tifaqa Gel a AKP û MHP’ê de, di navbera Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî de heta çi astê yekîtî yan nakokî hene.
PÊWÎSTÎ BI EWLEHIYA CIVAKA KURD HEYE
Ji ber vê yekê refleksên ji eniya AKP’ê û desthilatê ti kesî îkna nake. Mesela li Kurdistanê, li Amedê, li Wanê, ji gel dipirsin, di çapemeniyê de jî xuya dike, em hemû wan gotinan dişopînin. Her kes dibêje, “Em bi Rêber Apo bawer in, lê baweriya me bi tiştekî din nayê, em bawer nakin ku tiştek pêş bikeve.”
Pêwîste civaka Kurd were îqnakirin û pêbawer kirin. Dibêjin divê gavên pêbawer bên avêtin, gavên ku pêbaweriyê çêdike, lê berovajî vê yekê dibe. Desthilat çi dike? Herî dawî di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û şaredarî desteser kirin.
Hûn dizanin îradeya gel bû bingeh, Tayyîp Erdogan tenê bi hilbijartinan hat û dengê gel girt. Hevşaredarên Wanê jî bi rêya hilbijartinê hatin. Hevşaredarê Akdenîzê jî hat hilbijartin. Hevşaredarê Mêrdînê jî hat hilbijartin. Ma ev ne vîna gel e?
Yanî eger hilbijartin li Kurdistanê çêbibe betal e, lê eger li Tirkiyeyê pêk were derbasdar e? Eger deng biçe ji Tayyîp Erdogan re deng e, vîna demokratîk îfade dike, lê ger biçe Ahmet Turk, Abdullah Zeydan ev teror e. Baweriya vê yekê tineye.
Ev êrîşeke vekirî ya faşîst, mêtingerî, qirkirinê ye. Ne tenê ev, niha jî “tifaq” ketiye ber lêpirsînê. Çi tifaq? Jê re lihevkirina bajar tê gotin. DEM Partî û CHP’ê li gelek deveran tifaq kirin. Baş e, MHP û AKP li her derê tifaq kirin. Eger tifaq sûc be divê hemû bên darizandin. Pir nakokî ye. Jixwe qanûnek bi vî rengî tineye. Her tişt kêfî ye, li gorî berjewendiyên AKP’ê her kesî digrin. Her roj bi ser malan de digirin, her roj girtin, zext, îstîsmar, zilm heye. Li Rojava rêveberiyeke wisa qirêj heye ku li şûna ku vê rast bikin, kûrtir dibin. Ev pir zelal e.
AKP WEKE BARONÊ ŞER PROVOKE DIKE
Di vî warî de partiya desthilatdar em ne pêşdaraz in, lê bi van pêkanînan li pêşiya pêvajoyê asteng e. Tiştê ku eşkere bû ev e: Me dît ku AKP naxwaze pevçûn rawestin. Dixwaze şer û pevçûn bidomin. Ew ji vê sûd werdigire. Naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Naxwaze pirsgirêka Kurd-Tirk çareser bibe. Ji hebûna vê pirsgirêkê sûdê werdigirin. Yanî rantxur e. AKP jî rantxur e. Rantxuriya wan eşkere bû.
Niha jî wek “baronê şer” şer tehrîk û provoke dike. Her tim êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla û Rojava dike. Em bala xwe bidinê. Zimanê wî êrîşkar e, ramanên wî êrîşkar e, kirinên wî êrîşkar e. Lêdide, dişkîne û digire. Ew zextê dike. Nabe ku wisa be. Pêvajoyeke wiha nikare were pêşxistin. Ev helwest, ev feraset, ev polîtîka li pêşiya demokratîkbûnê asteng in. Divê ev bê dîtin. Demokratîkbûn bi derbaskirina van pêk tê. Divê em vê bibînin û fêm bikin.
AKP bi rastî ne li pey çareseriya pirsgirêkeke wiha ye, li pey dîlgirtin, hilweşandin û tinekirinê ye. Şerê taybet ê psîkolojîk heta radeyekê pêş dixin. Bi vî rengî dixwazin bandora Rêber Apo ya li ser civaka Kurd, li raya giştî ya Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê li ser mirovahiyê qels bikin. Şerekî taybet dimeşîne. Em vê yekê fêm dikin.
YÊN KU DIFIKIRIN WÊ KURDAN BIXAPÎNIN, EW ŞAŞ IN
Encax bi van rêbazan dikarin têbikoşin. Kesê li pêşberî we ne berxekî qurban e. Ne ku em tengav bûne tiştekî wiha pêş dixin. Bi rastî ji ber ku me pêwîstî pê dît, me pêş xist. Me şer kir, dibe ku xeletî û kêmasî hebin. Em dikarin salên dirêj vê yekê bidomînin. Lê hevalên me jî digotin em ne aşiqê şer in. Me ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê şer kir. Niha em dixebitin ku wan pêk bînin. Rêber Apo got, “Rijîna dilopek xwînê kuştin e.” Felsefeya me ev e. Em guhertin û veguherîna demokratîk dixwazin. Nexwe eger em behsa nakokiyan bikin, Kurd nikarin wê bidomînin, PKK hatiye asteke ku nikare bidomîne, yên ku vê dibêjin û hêvî dikin di nava xeletiyê de ne. Yên ku difikirin wê Kurdan bixapînin, ew şaş in.
Di vê çerçoveyê de divê ku rewşa eniya desthilatdar bi baldarî di ber çavan de bê derbaskirin.
Ji bilî wê, em dikarin ji perspektîfa muxalefetê re çi bêjin, bi rastî jî partiyan xwestek kirin û piştî wê her tişt ji holê rabû. Di nav pirsgirêkên xwe yên navxweyî de asê mane, bi xwe re dijîn. Mînak partiya muxalefetê CHP behsa hilbijartinan dike. Bi ciddî bipirsin, ferz bikin, ev qas hêza we heye. Hûn dikarin wê pêk bînin, ji ber vê li ser raya giştî qada bandora we heye. Ew li ser gotinê dibêjin, ew bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl dibe, ka wê kî bibe namzet û hwd. Ji ber vê yekê derket derveyî rojevê.
Rewşeke wiha heye, bi rastî jî bingeha wan wisa ye? Yan jî “Navenda şerê taybet ê psîkolojîk” van bernameyan çêdike û vê derdixe pêşiya wan? Mirov nikare vê yekê bizane, lê ji derveyî rojevê ne. Dema ku mirov li bingeha siyasî ya dewletê ya niha dinêre, tiştê ku mirov dibîne ne dîmenek baş e. Li wir komek siyasetmedarên pir bêkêmasî hene. Ew pir kêm in.
CHP BI TEMAMÎ DERVEYÎ ROJEVÊYE
CHP dibêje ew partiya damezrîner e, partiya damezrîner a dewletê ye. Baş e, pir xweş. Damezrîner bûna partiyê çi berpirsiyariyê tîne ser milê dewletê? Rewşa dewletê çawa ye? Di çi xetereyê de ye? Pêşeroj wê çawa be? TUSÎAD derket û got pergal hilweşiya. CHP çi encamê ji vê derdixe? Yanî divê ev yek nebe rojeva partiya damezrîner? Ji bo ku ji vê rewşê derkeve, hewl nede? Divê li ser vê bingehê xebat neyên kirin? Pêwîst e, lê CHP li derve ye. Bi temamî ji rojevê derket. Bi tiştên xwe re mijûl dibe.
Ma ev avahî ne an ji hêla kesên din ve tê birêvebirin? Ma ew rêça wan dişopînin? Navendên şerê taybet, em nizanin. Lê ev ne rast e. Divê endamên CHP’ê bi rastî jî vê rewşê bibînin. Avaniya siyasî bi vî awayî naxebite.
Dema mirov li van dinêre, em li siyaseta Osmaniyan dinêrin, em dibêjin Osmanî, lê dîsa jî elîteke siyasî hebû. Ger rewşek wisa çênebûya, avabûn pêk nedihat. Em li pêvajoya ku Tevgera Kemalîst pêşketiye û Komarê ava bûye, binihêrin siyasetmedarek heye… Niha pir di tengahiya xwe de ye, ji rojevê dûr e, ji pirsgirêkên bingehîn dûr e û nikare tiştekî li ser wan bibêje. Nikare behsa demokrasiyê bike, ji ber ku eger behsa demokrasiyê bike wê behsa pirsgirêka Kurd û azadiya Kurd bike. Ji bo ku vê yekê nebêjin, ew bi rastî jî dixwazin bi nekolandina tiştên ku ji berê ve hene, hin qezenc bikin. Ya ku me dît ev bû: Şerê 40 salan bi rastî jî ev rastî derxist holê. Di demên dawî de pêngavên Rêber Apo derketin holê. Hem li hundir hem jî li qada navneteweyî gelek derdor hene ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Pirsgirêka Kurd jî rewşeke nakokî ye. Kurd bi her kesî re şer bikin, bi vî awayî sûdê werdigirin. Li ser vê pergala cîhanê ya 100 salî heye. Pergala modernîteya kapîtalîst a global pergaleke wisa ye. Her kes di astekê de ji vê yekê sûdê werdigire.
Ji ber vê jî gelek kes li ber wî asteng in, gelek kes jî hewl didin wî asteng bikin. Di hundir de gelek, gelek rantxur hene. Li derve jî gelek heye. Binêrin, gelek tişt diqewime û yek gotinê jî nabêje. Li Ewropayê ti dewlet, kesên tevlî komployê bûne jî der barê vê hewldanê de tiştekî nabêjin. Em nizanin ew çi ye. Ji ber vê yekê li dijî tiştên tê kirinin. Eger çareseriya pirsgirêka Kurd bixwazin û alîgirê demokrasiyê bin, ma divê piştgirî nedin? Lê helwesteke wan a wisa nîne. Ji ber vê yekê derdikeve holê ku ew li dijî vê yekê ne.
Siyaseta heyî jî nikare vê rewşê derbas bike. Bi helwesta xwe ya heyî û bi polîtîkayên ku ew dişopînin, ew profîlek bêbandor nîşan didin ku bi rastî ji tiştê heyî sûd werdigirin. Wisa kar nake. Divê ev yek bê derbaskirin.
DIVÊ SOSYALÎST TIMÎ DI NAVA GUHERTIN Û VEGUHERINÊ DE BIN
Di vî warî de divê li ser hêzên demokratîk, muxalefeta demokratîk, hêzên çepgir ên sosyalîst, rêxistin, partî û tevgerên demokratîk esas bê girtin. Ji ber vê yekê hin hewldanên wan hene, lê ne rastbûna wan e û hîn jî bêbandor in. Tifaqên me hene. Tifaqa me Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan e. Ew dibêjin; “Me nikarî nîqaş bikin. Em jî hewl didin ku fêm bikin. Me nekarî bi têra xwe tiştê ku me fêm kir rave bike”. Em bawer dikin, ew dişopînin, ew hewl didin ku fêm bikin. Pêwîste ku ew fêm bikin. Ji ber ku em têkoşîna demokrasiyê didin. Ya ku em dixwazin bi pêş ve bibin û bihesibînin ev e. Wê hingê divê em zû û çêtir fêm bikin. Pêwîste ku ew bi lez xwedî lê derkevin.
Divê em bibin yek. Divê em vê pêvajoyê, ango demokratîkbûnê gav bi gav pêş bixin. Divê em pêşengiyê bikin. Em ji dost û hevalbendên xwe helwestên wiha hêvî dikin. Yên ku bi fikar in û bi baldarî temaşe dikin, dipirsin “wê çi bibe?” Li şûna ku em bi fikar nêz bibin, divê em wê fêm bikin, xwedî lê derekvin û bi cih bînin. Ev bi têkoşînê dibe. Bi vî rengî têkoşîna demokratîkbûnê didome.
Wekî din wê çawa bidome? Yanî em statûyeke wiha ava bikin, statûyekê ava bikin û her tim dubare bikin. Ji vê tu pêşketin çênabe. Lêbelê, sosyalîst timî nûjen in. Divê ew dubare nebin. Divê ew di guherîn û veguherîna domdar de bin.
Ji ber ku dikare bi vî rengî were afirandin. Pêşengtî ev e. Di vî warî de ev tevgera çep a sosyalîst, tevgera demokratîk, hêzên demokratîk ên şoreşger, divê zêdetir eleqedar bibin, zûtir fêm bikin, em zêdetir yekîtiyê çêbikin. Pêwîste rê bê vekirin, zêdetir hewldan û xizmeta pêşxistina siyaseta demokratîk bê kirin.
Di vî warî de jî kêmasî hene. Banga min ji van hevrê û hevalan re ev e ku divê em bi awayekî rasttir û kûrtir pêvajoyê bi pêş bixin. Divê em têkoşîna xwe ya demokrasiyê, têkoşîna xwe ya demokratîkbûnê, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş bixin.
Armanca me, hewldana me, banga me ev e. Ji ber vê yekê me ji perspektîfa eniya Kurd re got, pêwîst e ji têgihîştina şaş rizgar bibe. Lewma divê ew heval jî bên rizgarkirin. Pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Ya ku dê demokratîk bibe Tirkiye ye. Hemû hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê ye: Ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, demokratîkkirina wê, pêkanîna guhertin û veguhertina demokratîk a Tirkiyeyê, hestiyarkirina dewleta Tirk a li hemberî demokrasiyê, gihandina komarê li avahiyeke demokratîk, derxistina rêxistinbûna demokratîk û bi bandor a civakê, afirandina zemîneke ku pirsgirêkan li ser esasê demokratîkbûnê çareser bikin.
Divê hemû jin, ciwan, hêzên çepgir ên sosyalîst, hêzên şoreşger ên demokratîk ên Tirkiyeyê tevlî vê bibin, piştgiriyê bidin, hêzê bidin wê, weke pirsgirêka xwe bibînin û xwedî lê derkevin. Banga me li ser vê bingehê ye. Ez bang li hemûyan dikim ku pêvajoyê rast fêm bikin, xwedî li xwe derkevin û bi bandor beşdar bibin.
ŞER LI HEMÛ ENIYAN BERDEWAM DIKE
Ez ê têkildarî şerî nirxandinên dûr û dirêj nekim. Me beriya niha ev yek kiribûn. Fermandariya Biryargeha Navendî têkildarî rewşa şerî daxuyanî û nirxandinên hewce dide. Li hemû eniyan şer berdewam dike. Ji ber ku êrîş dewam dikin. Rêveberiya AKP-MHP’ê ku bi taybet jî rêveberiya AKP’ê di vê yekê de bir israr dike, êrîşên wan berdewam dikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojava êrîş berdewam dikin. Li ti derê lawazbûnek çênebûye. Li hemberî van êrîşan berxwedana gerîlayan ya lehengî berdewam dike. Dibêjin ku ew mifte û filan hatiye girtin. Tiştekî bi vî rengî tine ye. Jixwe ti caran tiştekî wisa çênebû jî. Bi salan e nekarîne mewziyekê jî bi dest bixin. Berxwedana gerîlayan berxwedaneke bêhempa ye. Ez careke din vê lehengiya gerîlayan silav dikim. Ez vê berxwedanê silav dikim. Şehîdan bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Em dikarin bes vê yekê bînin ziman.
Lê belê ma em dikarin derheqê şerî de çi bibêjin? Em li pêşketina gerîlayan binêrin. Yekîneyên wan ên biçûk hebûn ku di destê wan de bes tifing û çekên biçûk hebûn. Ew jî li gel piraniya wan nebûn. Tevgeriya, roj bi roj mezin bû û pêş ket. Li gorî rewşa ku diguherî, gerîlayan jî xwe guherand. Daxuyaniyan didin û dibêjin; “Me ji hewayê lê xist”, “me bi teknîkê lê xist” û “di mewziyekê de me li dijî êrîşeke ku bi çekên qedexekirî hate kirin,li ber xwe da.” Gerîla dikare van hemûyan pêk bîne. Rastiyeke gerîlayan ya ku gihaye vê astê heye. Gerîlayan teknîka dewletê pûç kir. Dewleta Tirk bi teknîkê xwest serweriya gerîlayan bike lê belê gerîlayan ev hewlên dewleta Tirk pûç kirin. Hemû kes baş dizane ku ji aliyê gerîlayan ve çend balafirên keşfê hatin xistin. Gerîla êdî ji hewayî jî çalakiyên xwe li dar dixin.
EW ŞERVANÊN FEDAÎ YÊN DOZEKE MEZIN IN
Hêzeke bi vî rengî heye. Niha ne teknîk, hêza gerîlayên Kurd heye. Hêza gerîlayên Kurd hişmendî ye, bawerî ye, azweriya ji bo azadiyê ye, evîn e. Jin û xortên gelê Kurd girêdayî vê yekê şerê xwe didin meşandin. Ew şervanên fedaî yên dozeke mezin in. Heya niha jî ti caran xwe nespartin hêza teknîkî û ev şer nedomandin. Xwe spartin hişmendiya xwe, baweriya xwe û birêxistibûna xwe û şerê xwe kirin. Hişmendî û baweriya gerîlayan li cem ti kesî tine ye.
Tişta gerîlayên Kurd dikin, ti artêş nikarin bikin. Me ev yek gelek caran anî ziman. A niha jî rewşa heyî bi vî rengî ye. Gerîla bersivê dide û şer berdewam dike. Bi qasî êrîş berdewam bikin dê şer jî berdewam bike. Divê her kes vê yekê bizanibe.
Têkildarî vê yekê em dikarin bibêjin ku aliyê ku êrîş dike ne em in. Tim rêveberiya AKP’ê êrîş dike. Ji sala 2009’an ve ye bi rêya şerî hebûna xwe diparêzin. Di 17’ê Mijdara 2009’an de derbeyek kirin. Tayyîp Erdogan got; “Em ê ji nû ve dest pê bikin.” Partî girtin û piştre derfetên Rêber Apo yên siyasetkirinê bi temamî ji holê rakirin û şer ferz kirin. Heya niha bi awayên cuda xwe spartin şer.
Ew çend xwe bispêrin şer û şer her çend berdewam bike jî gelê Kurd li ber xwe dide. Wê li ber xwe bide jî ku gelê Kurd xwediyê wê hêzê ye. A niha ev derfet zêdetir e. Derfet zêde bûne û rêyên cuda jî zêde bûne.
A niha şer li ser Kurdistanê zêde bûye. Dewleta Tirk dike ku hilweşe. Jixwe TUSÎAD’ê jî anî ziman ku weke “koma dewlemendan” pênase kir. Wan bi xwe îtiraf kir. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ji bo dirêjkirina temenê xwe çi qasî hewl bide rastiyan veşêre jî nikare van rastiyan veşêre. Tirkiye dike ku hilweşe.
YA LI BER HILWEŞÎNÊ KOMARA TIRKIYEYÊ BI XWE YE
Desthilatdarî bi vê şerê re dixwaze emrê xwe hinek din jî dirêj bike, lê wê hilweşîna wê bibe hilweşîna Tirkiyeyê jî, ber bi wê derê ve dibe, kir nava karesarê û rewşa bi karesat dewam dike. Dora Qibrisê tê, ev qet nehatiye guhertin. Gelek hêz li Rojhilata Navîn di rewşa têkoşînê de ne, Komara Tirkiyeyê ye ku bêalternatîf maye, tê wêderkirin, cihê xwe yê stratejîk winda kiriye û hatiye li ber hilweşînê. Aliyê pêş ji bo ji bê rewşê rizgar bibe xwest şansekî bide. Tevgera me û gelê me jî piştgirî da. Ev ji bo wan şansek bû, şansekî ku Kurdan da. Ne karê biaqilan e ku vê nenirxîne, beralî çewisandina Kurdan be û bêje “teslîm bibin, ez bi ser dikevim.”
Qey ew zîhniyet bi rastî jî ders wernegirtiye, yan jî emrê wê heta ku derê biçe dixwaze heta hingî bidomîne. Yanî berpirs ew in. Me her tim diyar kir, em ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne. Em li gorî vê xwe amade dikin, li gorî vê xebatên xwe dimeşînin. Em ê ji niha şûnde jî bidomînin.
DESTHILATDARIYA AKP’Ê DIJMINÊ HEQÎQETÊ YE
Belê ez di destpêkê de Egîd Roj ê ku herî dawî li Tişrînê hat qetilkirin, dîsa Azîz Koyluoglû ê ku di 27’ê Çileyê de li Ranyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di şexsê wan de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Beriya wê heye, li Tişrînê, li Başûr jî heye. Cîhan Bîlgîn hebû, Nazim Daştan hebû, qetil kirin. Egîd Roj ala wan hildigirt. Li Başûr Gulîstan Tara û Hero Behadîn bi hovane qetil kirin. Azîz Koyluoglû ala wan hildigirt, ew jî bi awayekî nemerdane hatin qetilkirin.
Desthilardariya heyî ya AKP’ê dijminê rastiyê, dijminê ronahiyê, dijminê heqîqetê ye û êrîşên hovane didomîne. Di vê mijarê de ti rêgezên exlaqî, hiqûqî û ast nas nake. Azadiya çapemeniyê nas nake, bala xwe nade ewlehiya ti kesî, ev eşkere ye. Yanî xebatkarên çapemeniyê yên di sînorên xwe de digire, hewl dide bi neheqî di zindanan de rizî bike. Yên li derveyî sînor, yên li Başûr, yên li Rojava bi lêdanê qetil dike. Polîtîkaya wî ev e. Ev eşkere bûye.
Her du jî sûc in, sûcê mirovahiyê ye. Li gorî hiqûqê sûc e. Sûcekî wiha dike. Çima dike? Ji ber ku ditirse. Êrîşî gerîla dike, dixwaze qetil bike. Êrîşî ciwanên têkoşer dike, êrîşî jinan dike, êrîşî gel dike, digire. Her wiha êrîşî kesên rastiyê derdixin holê, endamên çepemeniyê ku heqîqetê ronî dikin, dike.
Wan jî li hundir, di nava sînorên xwe de dike zindanan, hewl dide di bin êşkenceyan de rizî bike. Yên li derveyî sînoran wekî ku gerîlayan qetil dike, bi çekên xwe lê dide û kesên bêyî çek qetil dike. Ji wan ditirse, ez dixwazim vê bêjim. Çiqasî ji gerîla ditirse ew qas ji ciwan û jinên zana, çi qasî ji gelê azadîxwaz ditirse ewqasî ji Çapemeniya Azad ditirse. Ewqasî ji xebatkarên Çapemeniya Azad, kadroyên wê, kedkarên wê ditirse. Ji kesên ku li pey heqîqetê dibezin, bi kamera û pênûsa xwe şeşr dikin û roniyê rastiyê ne ditirse. Çima? Ji ber ku karê qirêj dike, dizî dike, bêhiqûq e, sûc dike. Dixwaze ev eşkere nebin, deşîfre nebe, dixwaze derbasî qeydê nebe ku ev sûc in û ji aliyê wî ve tê kirin. Dixwaze tiştên ku di çarçoveya şerê psîkolojîk de dike eşkere nebin. Ji ber ku van deşîfre dikin, êrîşî xebatkarên çapemeniyê, Çapemeniya Azad dike. Çi jin be çi mêr be yên ku li ku derê pêşengî dikin, bandor dibin, heqîqetê derdixin, sûcên rêveberiyê eşkere dikin bi lez dikeve pey, wan kesan bi MÎT’ê dişopînin, teknîka xwe bi kar tîne, bi awayekî hovane qetil dike. Ev rastiyekî eşkere ye. Divê her kes vê bibîne, divê civata çapemeniyê bibîne. Rêxistinbûna çapemeniyê, rêxistinbûna Çapemeniya Azad divê vê rastiyê bibîne, fêm bike û li gorî vê xebatê xwe bidomîne. Tişta ku ez li vir bibêjim ev e; Divê bibînin ku xebatê ku dikin çiqasî girîng e. Pêmane ku çapemenî di têkoşîna li dijî faşîstan de, di têkoşîna li dijî mêtîngerî û qirkirinê de, di têkoşîna li dijî zîhniyeta serweriya mêr û pergalê de roleke mezin dilîze, propagandaya bingehjîn û erka ajîtasyonê dimeşîne, rastiyê eşkere dike, sûcan eşkere dike û civakê perwerde dike. Civakê zana dike û bi ser sûcên tên kirin re diçe. Erkekî mezin ê bingehîn dimeşîne, bi rastî jî fedaîtiya heqîqetê dike.
Şervanên fedaî yên azadiyê ne ku rastiyê eşkere dikin, şervantiya heqîqetê di vê astê de ye. Em dibînin ku yên vê xebatê didomînin baş fêm dikin. Komkujî vîn, berxwedan, wêrekî û fedakariyê xurtir kir, em ji daxuyaniyan vê hîs dikin. Em dixwazin diyar bikin ku divê zêde cih ji hestîtiyê re neyê dayîn. Her tim wê gotin, “Qetliamên ku tên kirin nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bike, nikare heqîqetê veşêre, nikare rastiyê asteng bike ku eşkere bibe.” Ya teqez ev e. Yên ku li pey Azîzî û Egîdan dimeşin wê van hedefan pêk bînin.
Ez bawer dikim ku wê di vê xetê de bimeşin û bi ser bikevin. Ez êşa hemû cıvata çapameniyê parve dikim û serkeftinê dixwazim.
KONFERANSA GELAN BÛ BERSIVA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
Konferansa Gelan di 26’emîn salvegera 15’ê Sibatê de, di 14-16’ê Sibatê de hate lidarxistin. Ji Komploya 15’ê Sibatê re bû bersivek. Ew jî parçeyek girîng ê têkoşîna li dijî komployê bû. Me jî wiha girt dest, wiha temaşe kir, em bawer dikin ku wiha jî bû. Ji daxuyaniyan ev derdikeve. Ev hê watedartir kir.
Jixwe daxwaza pêkanîna şertû mercên xebat û jiyana azad a Rêber Apo kirine dirûşmeya xwe ya bingehîn. Di daxuyaniyên encamê de an jî di daxuyaniyên beşdaran de eşkere kirin ku fikrên Rêber Apo çavkaniya îlhamê ye, beralî dike û esas tê girtin. Bi rastî jî girîng e. Bi navê “Platforma Gelan a Ewropayê” civîna 3 rojan çêbû, tê gotin zêdeyî 700 delege beşdar bûne, beşdarbûn ji 30 welatan çêbûye. Nîqaş kirine ku wê gel wê li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo de çawa bi azad, wekhev û xwişk-bira bijîn, çawa demokrasiya gelan a cîhanê ava bibe. Em van pir girîng dibînin, bi wate dibînin. Dem û naveroka wê jî girîng e.
Ev li dijî komployê di asta gerdûnî de hewldana belavkirina Rêbertiyê li mirovahiyê ye. Ev xwedîlêderketina li Rêbertiyê, têkoşîna bibandor a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nîşan dike. Li aliyê din çima Ewropa tiştekî wiha pêwîst dibîne? Ji ber ku bi rastî jî faşîzîm zêde dibe, kêm maye dîsa Hîtlerîzm pêş bikeve. Her kes di nava tirsê de ye. Hinek valahî hiştibûn, digotin “demokrasî heye, em tên rêvebirin”, lê tabloya ku derket ne dilxweşker bû. Rewşa rêveberiyên Ewropayê li holê ye, meylên ku li Ewropayê pêş dikevin li holê ye. Li dijî van pêwîstî bi helwestekî cidî, hevgirtî û hestiyarî heye. Yanî mirovahî di xeteriyê de ye, gerdûn di xeteriyê de ye. Ji ber vê yekê paradîgmaya Rêbertî, rêgezên bingehîn ên paradîgmaya modernîteya demokratîk xwedî girîngiyekî jiyanî ye.
Jiyana ekolojîk, gerdûn kêm maye tine bibe. Erdhej çêdibin, lê çiqasî ji wan xwezayî ne, çiqasî encama mêtîngeriya li dijî xwezayê ye, tam ne diyar e. Astekî wiha heye.
Li aliyê din, bingeha Rêveberiya Xweser a Demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk, jiyan û yekîtiya neteweya demokratîk, jiyana komuna demokratîk a li ser bingeha azadîxwaziya jinê û ekolojiyê… Ev di civaka mezaxtinê de, li hawirdora takekesî, dewletî de ji bo hebûna civak û xwezayê ev rêgez bûne bivê nevê.
Rêber Apo van formule kir, kir pergal, kir projeya çareseriyê. Niha dixwazin vê fêm bikin, li ser vê nîqaş bikin. Ev pir girîng e, bi wate ye. Yanî em bi heyecan bûn, me hewl da bişopînin, me pir girîng û watedar dît.
Em wekî Tevger her tim girîngî û nirxekî zêde didin xebatên bi vî rengî. Yek ji hewldanên herî mezin ên Rêber Apo belavbûna fikrên wî, bi hişmendîbûna tevahiya mirovahiyê pêkanîna wan a rizgariya hevpar e. Ev gavên biçûk, lê pir hêja û girîng ên wê rêyê ne. Me wiha jê fêm kir. Em hîna encam û hûrguliyên wê nizanin lê di me de vê çavderiyê çêkir. Jixwe me bi baldarî şopand, em bawer dikin ku bi serkeftî ye. Em li ser navê rêveberiya Tevgerê pîroz dikin û beşdarên xebatê silav dikin. Em serkeftinê ji dost û hevrêyên ku xebatên bi vî rengî dimeşînin û wê bimeşînin re dixwazin.”