NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwanên Efrîne ku li Şehba koçber bûne ji ajansa Nûçe Ciwan re axifin û helwestê xwe derbarê komployê navnetewî li dijî Rêber APO dan nişandan. Her wiha helwestê xwe li hemberî dagirkerî diyar kirin.
ME FIKRA RÊBERTIYÊ DI XWE DE ÇANDIYE
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nujiyan Efrin diyar kir ku rojeva sereke roja reş ya roja 15’ê Sibatê bû. Di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi taybetî ji bo jinên ciwan erkekê ku xwedî vê şoreşê derkevin û got: “Em wek jinên ciwan li cem gelê xwe disekînin û bi taybet li cem jinên ciwan disekînin. Dijmin dixwaze jin bi taybet jinên Kurd tûne bike û ji nasnameya wan dûr bixîne. Lê em xwedî îrade ne, baweriya me heye.” Her wiha Nujiyan Efrin da xûya kirin ku bi fikra Rêber APO re xwe perwerde dikin, her gel li gorî mafên xwe diaxive û dixwîne. Dûre got: “Li hemberî vî em her roj bi hêz û îradeya xwe, xwe perwerde dikin. Me fikra Rêbertiyê di xwe de çandiye û em nahêlin li ser me û hemû jinen Kurd de şerê taybet bimeşîne. Em ê li ser lingan bisekînin, em ê bersiva wan bidin, çawa ku 24 saetan dijmin şer dike, em ê jî 24 saet li ber xwe bidin. Em ê bênavber li ber xwe bidin, weke jinên ciwan bi îrade, bi bawerî em ê li ber xwe bidin”. Dawî Nûjiyan Efrin ser girîngiya rol û mîsyona jinên ciwan bal kişand û wiha got: “Li ser vê bingehê em ê jinên ciwan bi rêxistin bikin. 15 ‘ê Sibatê hat, em ê bibin bersiva herî mezin li beramberî wi dijminê. Em ê azadiya fizîkî ya Rêber APO misoger bikin. 26 sal li girtîgeha Îmraliyê, ji bo gelê xwe, ji bo axa xwe, bi taybetî jî ji bo jinên Kurd li berxwe dide li ser vê bingehê bila hemû jinên ciwanên Ereb û Kurd û yên xwedî hêz û nasname tevlî me bibin. Tevlî vê berxwedanê bibin, zêdetir piştgiriya hev bikin, ev dijmin li ser me şer dimeşîne, em wek jinên ciwan bi hev re li ser piyan bin.”
EMÊ HER TIM SERÎ HILDIN
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Sevin Efrin jî diyar kir: “ Em dû caran kocber bûn, cara yekem Şehba bû û çara duyem ji Tepqa bû. Li hemberî vê zehmetî em li her tiştî xwedî derdikevin, em her karê xwe didomînin ji bo ku çavê dijmin bişkinê. Hikûmeta Şamê dixwaze jinan bike kolê, bila ji mal dernekevin, çavên xwe bigirin, yanî dixwaze jinan tûne bike.” Di vê çerçoveyê de Sevin Erin helweste xwe diyar kîr û axaftina xwe wiha xilas kir:” Em destûr nedin ku ev yek pêk were, emê her tim serî hildin û rê nedin koletiya li ser jinê”. Her wiha behsa xebatên cand û hûner kir, girîngiya vê xebatê û bi strana “Waye PKK” bi dawî kir.
EZ DIXWEZIM KU JINÊN CIWAN BIBIN YEK
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Meryem Ebdê jî diyar kir ku pêwîste jinên kurd û ereb destê xwe bidin hev û bi hevre li dijî dijmin bisekînin û wiha got: “ Em dixwazin li dijî vî şerê rawestin, me şehîd dane lê dîsa jî em dest ji şerê xwe bernadin û di fikrê Rêber APO de jiyana xwe didomînin”. Di aynî demê de xwişka Meryem Ebdê bi navê Zeynep Ebdê jî li beramberê rewşa heyî helweste xwe diyar kir û van gotinan anî ser zîman: “Ez dixwezim ku jinên ciwan bibin yek, hêza xwe bikin yek. Ger nefesek hebe emê heta dawiyê li ber xwe bidin. Weke ku tê zanîn 15’ê Sibatê rojekê reş e bi taybetî ji bo kurdan, ji ber vê wekê jinên ciwan em hêza xwe bikin yek û li dijî vî dijminî bisekînin. Çawa ku 24 saetan li eniyê şer dikin, em ji li vir bi hêz û ramanên xwe li dijî dijmin bisekinin.”