NAVENDA NÛÇEYAN – Li derdora gundê Guherzê yê Amediyê di navbera gerîlayên Azadiya Kurdistanê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de pevçûn derket. Hêzên dagirker ku beşek ji wan bi cil û bergên sivîl bûn bi wesayitên sivîl ji herêmê reviyan.
Li gorî dîmenên endamên MÎT’ê bi piştgiriya saziya îstixbarata Parastin a ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve bi wesayîtên bi plaqe yên Herêma Kurdistanê ketine herêmê.
Ketin û derketina herêmê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê ve hatibû qedexekirin.
Çavkaniyekî herêmî ku xwe gihandiye Rojnewsê dîmenên hejmareke zêde ya çekdarên MÎT’ê yên li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê parve kir.
Endamên MÎT’ê yên Tirk çekên xwe ji wesayîteke bi plaqeya Herêma Kurdistanê ya Parastin a gundê Guherzê derxistine û gule li gel reşandine.