FRANKFURT – Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ji aliyê xwendekarên ciwan ên endamên JXK’ê ve, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” panelek hat organîzekirin.
Di panelê de geşedanên dawî yên siyasî û hevdîtinên heyeta Îmraliyê yên bi Rêber APO re hatin nirxandin. Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret jî di nav axaftvanan de cih girt.
Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya rola Rêber APO ya di avakirina civaka demokratîk û azad a Rojhilata Navîn de. Piştre bandora paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya ku Rêber APO ji bo civakê pêş xistiye û ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO hatin nîqaşkirin.
Li dû axaftinan sînevîzyona li ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat nîşandan.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.