NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li ser navê şehîd Hogir Nûhat, ji bo xwendekarên zanîngeh û dibistanan Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreyekî perwerde yê bîrdozî a Akademiya Şehîd Şahîn Cûdî, vekirin. Dewre bi beşdarbûna 30 xwendekaran nêzî deh rojan berdewam dike. Di perwerdeyê de ders û semînerên cûr bi cûr li ser esasê paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO tên dayîn. Di perwerde de şewazên cûr bi cûr tên bikaranîn weke pêşbirkên zanistî, şano û amadekirina semîneran ji aliyê xwendekaran bi xwe.
Xwendekarên ku beşdarî dewreyê bûn li ser hedef û girîngiya perwerde axivîn û banga ciwan û xwendekaran kirin ku ew jî pişgtiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk bikin û bi ramanê Rêber Apo re xizmetê civakê xwe bikin.
Roda Qasim, ji Hesekê qala encamên ku di vê perwerde de hatin girtin û banga ciwanan kir ku tevlî seferberiyê bibin: “Wekî xwendekarek li peymangeha amadekirina mamosteyan, ev cara yekem hatime perwerdeya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz. Weke hemû xwendekaran kêmasiyê me ji aliyê welat û hezkirina welat û şoreşa di Rojava de çêdibe. Lê min gelek encam ji vê perwerdeye girtiye. Di şer û pevçûnên ku li Rojava çêdibin, gelek mafxwarîyê xwendekaran çêdibe. Di vê perwerdeyê de hezkirna min ji welat zêde bûye. Em dikarin welatê xwe biparêzin di vê şer û pevçûnê de bi alîkarîya jin û ciwanên şoreşger. Bangawaziya min ji ciwan û jinên ciwan ew e ku xwe tevlî seferberiyê bikin.”
Cîhan Bîlal, ji Efrînê, ku xwendekara Zanîngeha Rojava ye, hedefa xwe ji bo vê akademiyê diyar kir: Weke xwendekar û jinên ciwan em tevlî perwerdeyê akademiya Şehîd Şahîn Cûdî da ku li hemberî dijmin bibin bersiv, xwe perwerde bikin, xwe zana bikin, ji bo ku dijmin nikaribe bandor li ser civakê bike. Emê li vir jî dîrok û çanda xwe nas bikin, dîroka tevgera azadiyê û dîroka Rêber Apo nas bikin, û li ser fikirê wî xwe pêşbixin.”
Mazlûm, ji Efrînê, ku li bajarê Qamişlo dixwîne diyar kir ku ew tevlî perwerde bûn ji bo xwe di ramanê Rêber Apo de xwe kûr bikin da ku bikaribin bibin bersiv ji pêşketinên siyasî û leşkerî li herêmê. Mazlûm anî li ser ziman ku “Daxwaza vê dewre avakirina pêşketin di nava civak, dibistanan û zanîngehan de, da ku ciwan û xwendekaran li hemberî şer ku çêdibe û desthilatdarî ku xwe ferz dike bisekinin”. Mazlûm destnîşan kir ku: “Di rewşekî bi şer û zehmetî de moralê xwendekaran nehat şkandin, bi moralekî mezin xwendekaran tevlî perwerde bûn. Şer dixwaze ciwanan hedef bigire û wan bixe bin bandorê xwe. Rûxmê dewleta Tirk hemû hêza xwe dixe êrîşên xwe li ser Tişrîn û Qereqozaq, armanca wê pêk nayê, ji ber bi rihekî ciwantî û wekhevî gel û şervanên QSD berxwedidin. Şerê ku niha diqewime şerekî hebûn û tunebûnê ye, hebûna me wê di vî şerî de were diyar kirin”.
Her wiha Mazlûm got: “Hemû dewletên navnetewî bêdeng in li hemberî êrîşan. Rola kurdan di herêmê de mezin e, hêzên hegemon jî dixwestin hêza kurd bişkînin. Lê belê, ji ber em pey rêbertiya fikirê Rêber Apo dimeşin, her du diçe em mezintir û bi hêztir dibin. Rêber Apo 27 sal di Îmralî de berxwedide û li hember hemû êrîşên li ser gelên herêmê disekine. Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwest tevgera azadiyê Kurdistanê bişkîne, lê belê, ev yekê pêk nehat. Di dawiyê de mecbûr man ku ji bo çareseriyê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi Rêber Apo hevdîtin bikin, ji ber tu çare di destê wan de nema. Çareya Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo miletê kurd e, ji bo hemû netewan e. Şerê ku niha li Tişrînê çêdibe ne tenê ji bo kurdan e. Netewa ereb, aşûrî, hemû netew jî tê de şer dikin. Ne tenê şervanên QSD jî, gel bi şerê gelê şoreşgerî beşdar dibe û ber topbaran nobed digire.”
Di dawiyê de Mazlûm bangawaziya xwe ji bo ciwanan kir: “Me dixwest tevlî vê akademiyê bibin ji bo em rastiyê civaka xwe bînin ser ziman. Ciwan hêza herî mezin di nava civakê de ne. Hemû desthilatar dixwazin ciwan bixin bin bandorê xwe ji ber ciwan beşa civakê herî bi hêz e. Lewma, daxwaza min ji bo hemû ciwanan ji hemû netewan heye ku em bi fikirê Rêber Apo berxwedaniyekî bê hempa li hemberî destdirêjiyê ku li ser me tê kirin bikin. Em dixwazin weke ciwan dîrok ji nû ve binivîsin. Divê ciwan pişgiriya hêza xwe bikin û pê re berxwedaniyekî mezin bikin da ku em hebûna xwe diyar bikin.”
Ciwana Hesen, berdevka Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a Qamişlo, qala perwerde kir û çarçoveyê ku tê de hat avakirin kir: “Hefteyek perwerde hat vekirin bi armancê pêşketin û zanekirina xwendekaran. waneyên welatparêzî, çand û exlaq, rêxistin û rêxistinbûn, şano û pêşbirk tên lidarxistin. Derdorê me şerekî pir dijwar diqewime. Bi taybetî li Bendava Tişrînê, şerekî pir dijwar diqewime, hejmarekî mezin ê gel diçe Tişrînê û piştgirî dike. Şer ne tenê rakirina çek e, şerê gelê şoreşgerî tê meşandin. Rûxmê gelek şehîd û birîndar çêbûn, gel hîn bi moralekî mezin diçe Bendavê Tişrînê û dibêjin “Em ji mirinê mezintir in”. Em bi rastî ji mirinê mezintir in, heya dilopekî xwîn di laşê me de hebe em nasekinin. Emê rêya xwe berdewam bikin heya em azadiya xwe bidest bixin.
Herî dawî Ciwana rewşa Rêber Apo nirxand û banga hemû xwendekaran kir: “Di heman de pêwîst e hevdîtinekî dîtir bi Rêber Apo bihata kirin. Rêber Apo dixwaze aşitî û biratiya gelan, dixwaze hemû gel bibin yek. Ji bo gelê kurd jî, dixwaze gelê her 4 parçeyên Kurdistanê bibe yek. Banga min ji bo hemû xwendekaran jî ew e ku biçin Bendava Tişrînê, pişgiriya hevalên me yên QSD bikin û alîkariya wan bikin.”